Li Berlînê helwesta bi durişmeya "Erdogan tu bixêr nehê"

Piştî ku berdevkê serokê Almaniya Frank-Walter Steinmeier ragihand ku Erdogan dê serdaneke fermî di 28-29'ê Îlûnê de serdana Almaniya bike, gelek alî û partiyên siyasî di bin durişmeya "Erdogan tu bixêr nehê" de li Berlînê nerazîbûna xwe nîşan dan.

Li Berlînê helwesta bi durişmeya "Erdogan tu bixêr nehê"
17 îlon, 2018   10:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Gelek aliyên Almaniya amadekariya xwe ji çalakiyên nerazîbûna serdana serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan re dikin ku dê fermî serdana Almaniya bike. Ev serdana ku tê payîn rastî rexneyên tûj ên partiyên weke partiya Çep, Partiya Kesk û Partiya Alternatîf ji bo Almaniyayê û hejmareke rêxistinên civaka sivîl hate.

Bi armanca lidarxistina van çalakiyên nerazîbûnê dikek di bin durişmeya "Erdogan tu bixêr nehê" de hate avakirin û helwesta ku Erdogan li şûna serdana Almaniya dike divê biçe dadgeha cezayên navnetewî û were cezakirin, hatin nîşan dan.