Tovê ji Tirkiyeyê hatiye wergirtin, hilberîn têk bir

Demsala çinîna pembo li herêma Tebqayê beriya 10 rojan dest pê kir, lê rewşa hilberînê gelekî xirab e. Karîgeriya Çandiniyê ya herêmê ji bo ku ziyan bi hilberînê nebe, pêşniyarên xwe ji bo salên pêş pêşkêşî cotkaran kirin.

Tovê ji Tirkiyeyê hatiye wergirtin, hilberîn têk bir
Tovê ji Tirkiyeyê hatiye wergirtin, hilberîn têk bir
Tovê ji Tirkiyeyê hatiye wergirtin, hilberîn têk bir
17 îlon, 2018   10:01

TEBQA

Piraniya zeviyên herêma Tebqayê ku pembo lê hatiye çandin, bi qasî 17 hezar û 947 donim rastî nexweşiya "kurmê behîvê" hat û di encamê de bi qasî ji sedî 80 heta ji sedî 90 ziyan bi hilberîna pembo bû. Di rewşên normal de hilberîna pembo ya donimekê bi qasî 500 kîlogram e. Lê niha kêmtirî 80 kîlogram ji donimekê tê wergirtin. Li hin zeviyan jî hilberîn jê nehat wergirtin.

Endamê Rêveberiya Buroya Lêkolînên Zanistî ya girêdayî Karîgeriya Çandiniyê ya herêma Tebqayê Hemêdî El-Ebdullah sedemên têkçûna hilberîna pembo ya îsal bi nexweşiya "kurmê behîvê" ve girê da û got ku sedema sereke ew e ku cotkaran tova çandiniyê ji Tirkiyeyê wergirtine û ji çandiniya van zeviyan re ne guncaw e.

Bi armanca ku di salên pêş de ev pirsgirêk dubare nebe, El-Ebdullah pêşniyarên xwe pêşkêşî cotkaran kirin û wiha got: "Divê cotkar zeviyên xwe bi tovê pembo yê baş biçînin, ên wekî Reqa 5 bi her çar cureyên wê.”

El-Ebdullah destnîşan kir ku yek ji sedemên başbûna hilberînê ew e ku divê cotkar çandiniyê di dema wê de bikin û dermanên nexweşiyan herî kêm 8 caran li zeviyên xwe bikin.

Wergirtina hilberîna pembo hê jî didome û navendên wergirtina pembo yên Bakurê Sûriyeyê xebatên xwe didomînin û hilberînê ji cotkaran werdigirin.

ANHA