Li Qamişlo amadekariyên zivistanê hatin nîqaşkirin

Hevseroka kantona Qamişlo têkildarî hatina demsala zivistanê hindek perspektîf dan. Li gorî vê divê hemû proje û bi taybet projeyên îsfeltkirinê bi temamî werin bidawîkirin, amadekariyên demsala zivistanê bi awayekî baş bên kirin û hemû toreyên kanalîzasyonê yên xirabûyî werin sererastkirin.

Li Qamişlo amadekariyên zivistanê hatin nîqaşkirin
Li Qamişlo amadekariyên zivistanê hatin nîqaşkirin
Li Qamişlo amadekariyên zivistanê hatin nîqaşkirin
Li Qamişlo amadekariyên zivistanê hatin nîqaşkirin
Li Qamişlo amadekariyên zivistanê hatin nîqaşkirin
17 îlon, 2018   09:13

QAMIŞLO

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif bi armanca nirxandina rewşa xizmetguzarî li kantonê bi sedema hatina demsala zivistanê bi hevserok û cîgirên komîteyên xizmetguzariyê re civiya.

Civîn li navenda Meclisa Kantona Qamişlo hate lidarxistin. Di civînê de rewşa şaredariyan di aliyê xizmetguzarî, projeyên ku hatine bidawîkirin û yên ku hîn didomin, hatin nîqaşkirin. Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif kar û xebatên şaredariyan û derengmayîna wan rexne kir.

Her wiha Perwîn Yûsif destnîşan kir ku pêwîst e komîteyên xizmetguzariyê yên di komînan de werin aktîfkirin, hemû xebatkarên şaredariyê tev li civînên komînên xwe bibin, projeyên ku hê jî nehatine bidawîkirin mîna îsfeltkirin, sererastkirina toreyên kanalîzasyonê û hemleyên paqijiyê werin bidawîkirin.

(bx)

ANHA