Xezeba Zeytûnê li Ezazê derbe li çeteyan xist, kuştî û birîndar hene

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê li dijî çeteyên koma El-Sultan Mihemed Fatih a girêdayî artêşa tirk a dagirker, du çalakî li bejahiya Ezazê lidar xistin.

Xezeba Zeytûnê li Ezazê derbe li çeteyan xist, kuştî û birîndar hene
17 îlon, 2018   09:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê daxuyaniyeke da û encamên çalakiyên hêzên wan li dijî koma çete ya bi navê  El-Sultan Mihemed Fatih ku di 15`ê Îlonê de pêk anîn, aşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me di 15`ê Îlonê de, du çalakî li dijî çeteyên artêşa tirk a dagirker li gundê Rail a girêdayî Exterîn a Ezazê lidar xistin. Di encamê de 5 çeteyên El-Sultan Mihemed Fatih hatin kuştin, 8 çete jî birîndar bûn. Dateyên her du çalakiyan wiha ne;

-Şervanên me navenda çeteyên El-Sultan Mihemed Fatih di hundir gundê Rail de kirin hedefa xwe, li vir 3 çete hatin kuştin, 5 jî bi giranî birîndar bûn.

-Di heman rojê de, şervanên me bendeke kontrolê yê çeteyên El-Sultan Mihemed Fatih li daketina gundê Rail de kirin hedefa xwe. Li gorî agahiyan, li vir jî 2 çete hatin kuştin, 3 jî bi giranî birîndar bûn.

Em wekî Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê tekez dikin ku şervanên me li her derê ne û erkên xwe pêk tînin û derbe li çeteyên ku destê wan di xwîna gelê me yê Efrînê de heye, dixin. Em careke din tekez dikin ku çalakiyên me dewam dikin û wê li dijî dagirkeran çakakiyên me zêde bibin.”

(kc)