Kongreya Star: Heta Efrîn rizgar dibe em ê çalakiyên xwe bidomînin

Çalakiya Kongreya Star di roja sêyemîn de di bin dirûşmea "Yan Efrîn Yan Efrîn" de bi beşdarbûna welatiyên navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê û welatiyên Efrînê yên di kampa Berxwedanê de, meclis û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên kantona Efrînê dest pê kir.

Kongreya Star: Heta Efrîn rizgar dibe em ê çalakiyên xwe bidomînin
Kongreya Star: Heta Efrîn rizgar dibe em ê çalakiyên xwe bidomînin
Kongreya Star: Heta Efrîn rizgar dibe em ê çalakiyên xwe bidomînin
Kongreya Star: Heta Efrîn rizgar dibe em ê çalakiyên xwe bidomînin
Kongreya Star: Heta Efrîn rizgar dibe em ê çalakiyên xwe bidomînin
Kongreya Star: Heta Efrîn rizgar dibe em ê çalakiyên xwe bidomînin
17 îlon, 2018   08:36

EFRÎN

Kongra Star di 15'ê Îoûnê de bi dirûşma "Yan Efrîn Yan Efrîn koneke çalakiyan li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê organîze kir. Di çalakiyan de asta têkoşînê ji bo rizgarkirina Efrînê hate bilindkirin.

Konê çalakiyan bi wêneyên şehîdan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, şaxên zeytûnan û pankartên bi nivîsên erebî û kurdî "Yan Efrîn Yan Efrîn", "Efrîn dê bi rihê şehîd Avesta rizgar bibe", "Efrîn dê bi pêşengiya jinan ji dagirkeriya Tirk rizgar bibe" û "Felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsogeriya neteweya demokratîk e" hate xemilandin.

Di roja yekemîn a çalakiyan de welatiyên navçeya Şêrewa û malbatên şehîdan ên Efrînê ku koçberî kantona Şehba bûne beşdar bûn. Di roja duyemîn de jî welatiyên navçeya Ehrezê û gundên wê yên kantona Şehbayê û welatiyên kampa Serdem û endamên komîteya perwerdeya civaka demokratîk beşdar bûbûn.

Di roja sêyemîn û dawîn a çalakiyan de welatiyên navçeya Fafînê û gundên wê û welatiyên kampa Berxwedan, meclis û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrînê beşdar bûn.

Welatiyan bi coş berê xwe da gundê Aqîbê û dirûşmên dilsoziya bi berxwedana Efrînê re qîriyan û şaxên zeytûnan bilind kirin.

Li gorî rêveberên Kongreya Star çalakiyên xwe ranawestînin û dê têkoşîna xwe heta rizgarkirina Efrînê bidomînin. Çalakî bi axaftinên rayedarên beşdar didome.

ANHA