Şaredariya Gel a Tebqayê... Destkeftî û astengî

Şaredariya Gel a Tebqayê ji ber derfetên kêm nikare xebatên xwe bi lez bike. Lê dîsa jî di bicihanîna projeyan de berdewam e.

Şaredariya Gel a Tebqayê... Destkeftî û astengî
Şaredariya Gel a Tebqayê... Destkeftî û astengî
Şaredariya Gel a Tebqayê... Destkeftî û astengî
Şaredariya Gel a Tebqayê... Destkeftî û astengî
17 îlon, 2018   08:04

MIHEMED HEYAWÎ / TEBQA

Şaredariya Gel a Tebqayê di pêşkêşkirina proje û bicihanîna planên xwe de berdewam e. Lê ji ber hin astengiyan nikare lez bide xebatên xwe.

Bi armanca sererastkirina binesaziya bajarê Tebqayê ku DAIŞ'ê wêran û talan kiribû, gelek xebatên xizmetguzariyê û proje pêşkêş kirin û bi cih anîn.

Lê ji ber kêmderfetan Şaredariya Gel a Tebqayê nikare lez bide xebatên xizmetguzariyê û projeyên xwe.

Hevserokê Şaredariya Gel a Tebqayê Abdulwehab El-Silêman girîngiya peydabûna tecrubeyên fenî û alavên xizmetguzariyê ji bo bicihanîna projeyan destnîşan kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şaredariya Gel a Tebqayê gelek proje dabûn destpêkirin lê ji ber derfetên kêm nikare van projeyan bigihîne serî.

(şx)

ANHA