Civîna amadekariya avakirina yekitiya werzîşê hate lidarxistin

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê civînek li bajarê Reqayê ji werzîşvanan re li dar xist. 

Civîna amadekariya avakirina yekitiya werzîşê hate lidarxistin
Civîna amadekariya avakirina yekitiya werzîşê hate lidarxistin
Civîna amadekariya avakirina yekitiya werzîşê hate lidarxistin
17 îlon, 2018   08:21

REQA

Civîn li lîstikgeha El-Sedasî ya bajarê Reqayê bi beşdarbûna gelek werzîşkaran hate lidarxistin, civîn ji bo rewşa sporê li bajarê Reqayê û pêşketina wê di civakê û haziriyên avakirina yekitiya sporê li ser asta Reqayê, pêk hat.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pêkir, paşê li ser rewşa werzîşkaran û pêdiviyên wan nîqaş hatin kirin, her wiha kesên ku di civînê de amade bûn li ser avakirina kluba sporê di bin rêveberiya Komîteya Ciwan û Sporê di Meclisa Sivîl a Reqayê de nîqaş kirin.

Kesên ku di civînê de amade bûn, komîteya amadekar ji 5 kesan  (Ibrahîm El-Necem, Fatma El-Xelêf, Hesen El-Mihsin, Ibrahîn El-Ehmed û Ebdulah El-Ibêd) hilbijartin û erka komîteya amadekar ku yekitiya sporê li ser asta bajarê Reqayê û gundên wê ava bike.

Endamê Komîteya Ciwan û Sporê Ibrahîm El-Necim axivî û wiha got. "îro civînek ji bo werzîşkaran gund û bajêr re hate lidarxistin, têde li ser rewşa sporê hate nîqaşkirin û komîteya amadekar hate hilbijartin û kêmasiyên ku werzîşkar rastî wê tên, hatin nîqaşkirin."

(jo)

ANHA