Ji bo vegera xwendekaran xebateke domdar

Navenda Nesmêt Emel bi hevkariya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Reqayê ji bo ku zarok li xwendinê vegerin, dewreyên xwendin û nivîsandinê vekirin.

Ji bo vegera xwendekaran xebateke domdar
Ji bo vegera xwendekaran xebateke domdar
Ji bo vegera xwendekaran xebateke domdar
Ji bo vegera xwendekaran xebateke domdar
Ji bo vegera xwendekaran xebateke domdar
Ji bo vegera xwendekaran xebateke domdar
17 îlon, 2018   07:48

FECIR EL-XALID / REQA

Rêxistina Înma Firat bi hevkariya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê û Meclisa Sivîl a Reqayê Navenda Nesmêt Emel bi armanca hînkirina xwendin û nivîsandinê vekir.

Navend zarokên ku temenê wan di navbera 9-16 saliyê de pêşwazî dike. Heta niha hezar şagirt hatine tomarkirin. Dewama navendê ji serê meha Îlonê ve dest pê kiriye.

Sibeh û nîvro û di her dewamekî de 500 şagirt perwerdeya xwe dibînin.

Dema her dewreyekê 3 meh e. Piştî ku şagirt waneyên xwendin û nivîsandinê bi dawî bikin li gorî ast û temenê wan û bi hevkariya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê li ser dibistanan tên ferzkirin. Her wiha di dewreyan de zarok waneyên muzîk, wêne û werzîşê jî dibînin.

Rêveberê Navenda Nesmêt Emel Adnan Hessanî ji ajansa me re axivî û got: "Me zarok li ser astan û waneyan dabeş kirin. Dewreya nivîsandin û xwendinê wekî pêngaveke tedawiyê ye bi çar astan peyda dibe. Armanca me ew r ku em nezantiyê bi dawî bikin."

Tê destnîşankirin ku warê perwerdehî di dema serweriya çete û DAIŞ’ê de li Reqayê gelekî paşde çû.

(şx)

ANHA