Dewreya 27’an a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû

Akademiya Şehîd Idrîs a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Eyn Îsa dewreya 27’an bi dawî kir.

Dewreya 27’an a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Dewreya 27’an a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Dewreya 27’an a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Dewreya 27’an a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
17 îlon, 2018   07:42

GIRÊ SPÎ

244 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên herêmên Reqayê tev li perwerdeya ku 9 rojan dewam kir, bûn. Endaman waneyên teorîk û leşkerî di dewreyê de girtin.

Dewre bi merasîmekê bi dawî bû.  Di merasîmê de li ser navê Fermandariya Ewlekariya Hundirîn Xaliya Hemûd û Îskender Îsa axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bidawîkirina dewreyê li endaman hate pîrozkirin û hate gotin ku endamên dewreyê dê Reqa û gundewarên wê ji kesên ku dixwazin ewlekarî û aştiya herêmê xerab bikin, biparêzin.

Paşê endamên dewreyê sûnda parastina herêmê û welatiyan û destkeftiyên ku şehîdan bi xwîna xwe pêk anîn, xwar.

Endamên dewreyê merasîmeke leşkerî li dar xist, merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(jo)

ANHA