Alîkarî ji koçberên Hecîn re tê pêşkêşkirin

Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi hevkariya MSD’ê pêwîstiyên koçberên herêma Hecînê yên li kampa Îwa bi cih bûne, peyda dikin.

Alîkarî ji koçberên Hecîn re tê pêşkêşkirin
Alîkarî ji koçberên Hecîn re tê pêşkêşkirin
Alîkarî ji koçberên Hecîn re tê pêşkêşkirin
Alîkarî ji koçberên Hecîn re tê pêşkêşkirin
Alîkarî ji koçberên Hecîn re tê pêşkêşkirin
Alîkarî ji koçberên Hecîn re tê pêşkêşkirin
17 îlon, 2018   07:20

EMAR EL-XELEF – DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Li herêma Hecînê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de şerên giran rû didin. Rojane bi dehan şêniyên herêma Hecînê koçber dibin. Ji ber wê Meclisa Sivîl a Dêrazorê kampa Îwa vekir da ku sivîlên koçber dibin, pêşwazî bike.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi hevkariya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) pêwîstiyên jiyanî wekî xwarin û cil, pêdiviyên tenduristî û cih ji wan re peyda dike. Heta niha zêdetirî hezar çadir belav kirine. Her wiha 15 stêrên ava vexwarinê di hundirê kampê de danîne.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê ava vexwarinê li şêniyên gundên Zîban û Xeranîc Şerqî yên ku ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin, belav dike.

Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên kampa Îwa Mihemd El-Casim got Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi hevkariya MSD`ê pêwîstiyên jiyanî û tenduristî ji bo şêniyên ku ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê direvin, pêşkêş dike.

El-Casim destnîşan kir ku roj bi roj hejmara şêniyên bajarokê Hecîn ên berê xwe didin kampa Îwa zêde dibin. Her wiha El-Casim bang li hemû rêxistinên mirovî û navdewletî yên li Bakurê Sûriyeyê kir ku destekê bidin koçberan û di hemû aliyan de alîkariya wan bikin.

(bx)

ANHA