YPJ: Armanca me ji Bagera Cizîrê tolhildana jinên Şengalê ye

 YPJ`ê di rizgarkirina herêmên Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê de roleke sereke lîst. Armanca şervanên jin ku tev li yekîneyê bûne, rizgarkirina hemû jinên cîhanê ji zilm û zordariyê ye.

17 îlon, 2018   06:58

DIYAR EHMO - EMAR EL-XELEF / DÊRAZOR

Tugaya Çekên Giran a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) cihê xwe di çeperên pêşîn de li dijî DAIŞ'ê di pêngava dawîn a Bagera Cizîrê de digire.

Şervanên jin ên tugayê diyar kir ku ew li Dêrazorê bi armanca tolhildana jinên Şengalê û hemî jinên ku ji ber zordariya DAIŞ'ê êş kişandine, şer dikin.

Fermandara Tugaya Çekên Giran Jînda Welat rola sereke ya şervanên jin di pêngava Bagera Cizîrê de ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê destnîşan kir. Her wiha Jînda diyar kir ku yekîneyê di merheleya dawîn a pêngava Bagera Cizîrê de ya rizgarkirina bajarokê Hecîn û gundewarên wê bi hemû hêza xwe li dijî fikra terorîst li ber xwe dide û wiha domand: "Em hatine jinan ji zîhniyeta terorîst rizgar bikin."

Di berdewama gotinên xwe de Jînda Welat destîşan kir ku wan wek yekîne soz dane şehîdan ku hemû jinan û bi taybet jinên Şengalê yên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine îşkencekirin û li sûkan hatine firotin, rizgar bikin û niha ew di vê pêngavê de sozên xwe pêk tînin.

Piştî rizgarkirina Dêrazorê armanca me rizgarkirina Efrînê ye

Di dawiya gotinên xwe de fermandara Bagera Cizîrê Jînda Welat wiha got: "Em Efrînê bi tenê nahêlin. Niha ji bo rizgarkirina Efrînê em xwe amade dikin û çawa me herêmên Bakurê Sûriyeyê rizgar kirin, em ê Efrînê jî rizgar bikin. Şêniyên Efrînê li hemberî çekên herî pêşketî li ber xwe da û berxwedan dê bidome."

Her wiha şervana bi navê Eylem Minbic destnîşan kir ku ew bi armanca rizgarkirina hemû jinên cîhanê ji zîhniyeta mêrdestiyê û zordariyê tev li yekîneyê bû.

Eylem wiha domand: "Ez bi çeka ku ez jê hez dikin Doşka23 şerê DAIŞ'ê dikim. Ez gelekî kêfxweş im ji ber ku ez li dijî DAIŞ'a ku hovanetirîn tişt der heqê jinan de kirine, şer dikim."

(şx)

ANHA