‘Dosyaya Idlibê dê nexşeyeke nû ji bo Rojhilata Navîn amade bike‘

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê û serokê Komîteya Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê dosyaya Idlibê mîna çirav an jî girêkekê bi nav kir û destnîşan kir ku destwerdanên derve yên di Idlibê de sînyaleke ber bi amadkirina nexşeyeke nû ji bo Sûriyeyê û bi giştî ji bo Rojhilata Navîn e.”

‘Dosyaya Idlibê dê nexşeyeke nû ji bo Rojhilata Navîn amade bike‘
17 îlon, 2018   06:13

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê Ûsama Ehmed û serokê Komîteya Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mihemed Reşîd li ser lihevkirinên der barê Idlibê û çarenûsa wê de, her wiha mudaxeleyên welatên derve ji ajansa me re axivî.

Ûsama Ehmed, dosyaya Idlibê wekî çirav an jî girêkekê bi nav kir, ku çareserkirina aloziyê yan jî zêdekirina nakokiyan di vê dosyayê de diyar dibe û wiha bi lêv kir: "Piştî civîna binkeftî ya li Tehranê  ku di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de pêk hat, ku Tirkiyeyê tê de gelek daxwaz kirin û ji aliyê Rûsyayê ve hatin redkirin, em dikarin şerê Idlibê wekî lûtkeya şerê Sûriyeyê nîşan bidin. Hin welatên ku siyasetên veşartî li ser vê herêmê dikirin, siyasetên wê aşkera bûn."

Ehmed, di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: "Li ser vê bingehê, tê tercîhkirin ku asta şerê li Idlibê bilind bike, ji ber ku şerê li vir ne hêsan e, bi vê yekê dosyaya Idlibê dê veguhêze dosyayeke di destê hemû welatan de, dibe ku demek dirêj be jî. Di encamê de dê civîn li pey hev bêne lidarxistin û dê bandorekê li pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê û pêşeroja wê bike, dibe ku gelek helwest ji aliyê welatên aktîf, mîna Amerîka û Rûsyayê derkevin."

Serokê Komîteya Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mihemed Reşîd anî ziman ku bûyerên li Idlibê rû didin nakokiyên berjewendiyên navdewletî ne, her dewleteke dest di Idlibê wer dide heger bi çare be yan jî bi hewldanên çareserkirinê be, lê tu kes rewşa sivîlan di ber çavan re derbas nake.

Reşîd wiha got: "Em dikarin destwerdanên aliyên derve wekî amadekariyên rêzkirina nexşeyeke nû ji bo Rojhilata Navîn bi giştî û Sûriyeyê bi taybet bibînin."

Mihemed Reşîd destnîşan kir ku rêbazên çareserkirina aloziyê divê bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî be û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şerê rû dide, ne ji berjewendiyên gelê Sûriyeyê, lê belê xizmeta ejnîdeyên derve dike. Ji ber vê yekê pêwîst e gelê Sûriyeyê hevgirtina xwe çêke û danûstandinan pêk bîne da ku çareseriyeke ku karibe hêviya gelê Sûriyeyê pêk bîne çêke, her wiha rê li ber lîstok û destwerdanên hêzên derve bigire."

(bb)

ANHA