‘Sala perwerdeyê ya nû li herêmên rizgarkirî dê guhertinên mezin bi xwe re bîne’

“Sala perwerdeyê ya nû dê guhertinên mezin bi xwe re bîne. Ji bo derxistina xwendekar ji rewşa derûnî û afirandina hewayekî nû ji bo bilindkirina asta xwendekar a zanistî, kadroyeke perwerdekaran amade kirine.”

‘Sala perwerdeyê ya nû li herêmên rizgarkirî dê guhertinên mezin bi xwe re bîne’
16 îlon, 2018   07:57

SEMÎRE DAWÛD-MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Hevseroka Buroya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Nesrîn Doko ji ajansa me re li ser mijara amadekarî û plansaziyên buroyê di sala perwerdeyê ya nû de li herêmên nû hatine rizgarkirin wekî Minbic, Reqa, Dêrazor û Tebqayê, axivî.

Buroya Perwerde û Fêrkirinê ya MSD'ê xebatên komîteyên perwerdeyê yên herêmên Minbic, Tebqa, Reqa û gundewarên rojhilatê Dêrazorê dişopîne.

Destpêkê Nesrîn hatina sala perwerdeyê ya nû li xwendekar û mamosteyan pîroz kir û hêvî kir ku ev sal saleke serkeftî be.

Nesrîn wiha domand: "Dewama îdarî ji bo tomarkirina xwendkaran û amadekirina belgeyan di 2'yê Îlonê de dest pê kiriye.”

Di berdewama axaftina xwe de Nesrîn wiha got: "Ji ber ku hejmarek mezin ji xwendekaran berê xwe didin dibistanên herêmên nû hatine rizgarkirin, em dibînin ku îsal ji salên dîtir cuda ye. Hejmara xwendekaran sed hezar derbas dike û ev jî aramiya herêmê îsbat dike."

Her wiha Nesrîn destnîşan kir ku wan ji bo pêşwazîkirina sala perwerdeyê ya nû gelek mamoste amade kirine. Nesrîn diyar kir ku mamoste di dewreyên bîrdozî û materyalan re derbas bûne û wiha domand: "Li gorî derfetên heyî me gelek dibistan li Reqa û Dêrazorê restore kirin."

Hevseroka Buroya Perwerde û Fêrkirinê ya MSD'ê Nesrîn Doko wiha got: "Xema me ya sereke amadekirina dibistan û xwendekaran e. Hejmara mamosteyan 11 hezar e. Hejmara dibistanên seretayî hezar û 50 û yên navîn hezar û 150 dibistan in û bi sed hezaran xwendekar hene."

Li ser stratejiya buroyê ji bo sala perwerdeyê ya nû Nesrîn wiha got: "Em dixwazin gelek xwendekaran pêşwazî bikin û salên tarîtiyê û zilmê bi dawî bikin. Ji bo wê em ê hewl bidin bi rêya kadroya perwerdeyê xwendekaran ji aliyê derûnî û fikrî ve ji perwerdeyê re amade bikin."

Di dawiyê de Nesrîn Doko tekez kir ku girtekên ku buroyê girtine ji bo amadekirina dibistanên navîn û amadehî bi taybet li Tebqa, Minbic û Reqayê gaveke serkeftî ye.

(şx/kc)

ANHA