YPG: Îdîayên beşdarbûna hêzên me di operasyona Idlibê de dûrî rastiyê ne

Berdevkê YPG`ê tekez kir ku îdîayên ku hêzên wan tevlî operasyonê bûne dûriyê rastiyê ne.

YPG: Îdîayên beşdarbûna hêzên me di operasyona Idlibê de dûrî rastiyê ne
16 îlon, 2018   08:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd derbarê gotegotên beşdardarbûna hêzên YPG`ê di operasyona ldlibê de, daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera fermî ya YPG`ê weşand.

Nûrî Mehmûd da zanîn ku bi zêdebûna îhtîmala operasyoneke leşkerî ya li ser parêzgeha Îdlib û hawirdorê wê, hin saziyên çapemeniyê qala tevlîbûna hêzên wan di nav vê operasyonê de dikin.

Mehmûd tekez kir ku îdîayên bi vî rengî bi armanca spekulasyon (nîqaşên bê bingeh) tên belavkirin û dûrî rastiyê ne.

Berdvekê YPG`ê di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt got:”Em ji raya giştî re tekez dikin weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), hêzên me li hember rêxistineke terorê (DAIŞ) di nav şerekî giran de ne û bi biryar in ku vê koma terorê di Bakûrê Sûriyê de tune bikin.”

Nûrî Mehmûd di dawiyê de got:”Em di serî de li hember artêşa Tirk a dagirker ku li Efrînê hebûna xwe meşru nîşan dide û rêxistina terorî DAIŞ’ê ku alîkarî ji dewleta Tirk a dagirker digre, şerekî meşru û mafdar dimeşînin. Herwiha em tekez dikin ku ti hêza me li Idlibê nîne.”

(kc)