Lîlwa El-Abdullah û endamê MSD`ê rewşa koçberên Hecîn şopandin

Berdevka Fermî ya hemleya Bagera Cizîrê Lîlwa El-Ebdullah û Endamê Meclisa Sûriyê ya Demokratîk Îbrahîm El-Elî serdana kampa "Îwa" yê dikeve aliyê bakur ê bajarokê Hecîn kirin û rewşa koçberan ji nêz ve şopandin.

Lîlwa El-Abdullah û endamê MSD`ê rewşa koçberên Hecîn şopandin
Lîlwa El-Abdullah û endamê MSD`ê rewşa koçberên Hecîn şopandin
Lîlwa El-Abdullah û endamê MSD`ê rewşa koçberên Hecîn şopandin
Lîlwa El-Abdullah û endamê MSD`ê rewşa koçberên Hecîn şopandin
Lîlwa El-Abdullah û endamê MSD`ê rewşa koçberên Hecîn şopandin
Lîlwa El-Abdullah û endamê MSD`ê rewşa koçberên Hecîn şopandin
Lîlwa El-Abdullah û endamê MSD`ê rewşa koçberên Hecîn şopandin
Lîlwa El-Abdullah û endamê MSD`ê rewşa koçberên Hecîn şopandin
Lîlwa El-Abdullah û endamê MSD`ê rewşa koçberên Hecîn şopandin
16 îlon, 2018   07:04

EMAR EL-XELEF – DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Berdevka Fermî ya hemleya Bagera Cizîrê Lîlwa El-Abdullah û endamê MSD`ê Îbrahîm El-Elî serdana kampa "Îwa" ya nêzî bajarokê Hecîn bargeha dawî ya çeteyên DAIŞ`ê kirin. Lîlwa tekez kir ku hêzên wan amade ne alîkariyê ji şêniyan re pêşkeş bikin.

Lîlwa El-Ebdullah di serdana xwe de bi hejmarek ji jinên kampê yên ji herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de derketine civiya û li xwestekên wan guhdar kir.

Lîlwa El-Abdulah ji ajansa me ANHA`yê re axivî. Lîlwa got:”Hemleya Bagera Cizîrê ji nûve hate destpêkirin da ku bargeha  dawî ji çeteyên DAIŞ`ê were rizgarkirin û herêma Bakur – Rojhilatê Sûriyê weke herêmeke ji terorê hatiye rizgarkirin were îlankirin, bi dehan şêniyên bajaroka Hecîn û gundên wê berê xwe dane kampa Îwa ya aliyê bakurê Hecîn dikeve.”

Lîlwa da zanîn ku ji bo bicihanîna hemû pêdiviyên koçberan taybet ku herêma Dêrazorê di hewayeke ne baş derbas dibe, xebat didome û wiha pê de çû:”Kon û stêrên avê hatin peydakirin û xebata ji bo bicihanîna hemû pêdiviyên koçberan didome.”

Berdevka Bagera Cizîrê Lîlwa El-Abdullah bang li hemû sivîlên bajaroka Hecîn kir ku ji bajarok derkevin û berê xwe bidin kampa Îwa.

Endamê MSD`ê Îbrahîm Elî jî tekez kir ku MSD`ê bi kordîneya bi Meclisa Sivîl a Dêrazorê ve hemû pêdiviyên gelê Hecîn di aliyê xizmetguzarî, ewlekarî û lojîstikî bicih tînin.

Elî bang li hemû rêxistinên herîmî û navneteweyî kir ku alîkariya şêniyên Hecînê yên li kampa Îwa bikin.

(kc)

ANHA