'Jinên Efrînê pêşeng in û li dijî dagirkeran wê bibin mertalên zindî'

Hêvîn Silêman û Hemîde Mihemed Umer tekez kirin ku jinên Efrînê xwediyê vînek xurt û kesayetek pêşeng in, ji ber wê dê li meydanan bin û li dijî dagirkera Tirk û çeteyên girêdayî wê bedenên xwe bikin mertalên zindî.

'Jinên Efrînê pêşeng in û li dijî dagirkeran wê bibin mertalên zindî'
16 îlon, 2018   06:37

ŞERVÎN MISTEFA-FÎDAN ABDULLAH / EFRÎN

Kongerya Star a kantona Efrînê çalakiya konê berxwedanê bi dirûşma 'An Efrîn An Efrîn' li gundê Aqîbê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê organîze kir. Jin û şêniyên kantonên Şehbayê û Efrînê, endamên meclis, komînên, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrîn û Şehbayê û rêxistinên jinan tev li çalakiyê bûn.

Têkildarî armancên çalakiya konê berxwedanê, berdevka Kongreya Star a kantona Efrînê Hêvîn Silêman û endama Koordînasyona Kongreya Star Hemîde Mihemed Umer bi ajansa me re axivîn.

Berdevka Kongreya Star a Efrînê Hêvîn Silêman got: "Ev çalakî di çarçoveya bicihanîna biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê û pêngava Kongreya Star 'Ji bo Efrînê jin serî hildin' hate oganîzekirin.”

Hêvîn da zanîn ku ev çalakî ji bo diyarkirina hêz û vîna jinê û piştgiriya şervanên azadiyê(YPG/YPJ) ên ku tola şêniyên Efrînê ku li Şehbayê li berxwe didin radikin, hate lidarxistin.

Berdevka Kongreya Star a Efrînê di bedewamiya axaftinên xwe de destnîşan kir ku ev çalakî dê bersivek tund li dijî binpêkirinên artêşa tirk û çeteyên wê ku li Efrînê qirkirinê pêk tînin, bê.

Hêvîn Silêman bêdengiya rêxistinên mirovî li hember binpêkirinên ku Li Efrînê der heqê jinan pêk tên şermezar kir û bi navê Kongreya Star bang li rêxistinên jinan û mirovahî kir û li hember dagirkirina Efrînê bêdeng nemînin.

‘Bêdengiya hemberî Efrînê hevkariya cîhanê bi Tirkiyê re nîşan dide’

Ji aliyê xwe ve endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Hemîde Mihemed Umer bal kişand ser bêdengiya navdewletî li hember dagirkirina Efrînê û binpêkirinên hovane der heqê sivîlan de û wiha domand: "Ev bêdeng hevkariya cîhanî bi tirkiyê re isbat dike."

Hemîde diyar kir ku ew dê li dijî dagirkeriyê xwe bikin mertalên zindî û tirsa wan ji tiştekî tune ye, ji ber ku ew jinên birêxistinkirine û xwedî vînek xurt in.

Di dawiyê de Hemîde got:"Divê hemû jinên cihanê û rêxistinên jinan li dijî binpêkirinan bisekinin û berê xwe bidin Şehbê û Efrînê û rewş jinan bişopînin."

(şx/kc)

ANHA