Li Zirganê ji bo avakirina komînên ermeniyan civîn hat li darxistin

Ciwanên Ermenî li ji bo xwe bi rêxistin bikin û komînên xweser ên ciwanan avabikin li navçeya Zirgan a herêma Serêkaniyê civîn li darxistin.

Li Zirganê ji bo avakirina komînên ermeniyan civîn hat li darxistin
15 îlon, 2018   17:42

HESEKÊ

Ciwanên Ermenî ji bo xwebirêxistinkirin û avakirina komînên ciwanan li hemû deverên ku gelê Ermenî lê dijîn civînan li dardixin. Yekem civîn li navçeya Zirgan a herêma Serêkaniyê pêk hat. Civîn li salona civînan a Zirganê pêk hat. Gelê Ermenî yê navçeya Zirgan û gundên girêdayî navçeyê tevlî civînê bûn.

Di civînê de dîroka gelê Ermenî, qirkirinên li ser gelê Ermenî hatin kirin û çanda gelê Ermenî hat nîqaş kirin. Gelê ku tevlî civînên bûn pêşniyar ji meclîsê re kirin. Ev pêşniyar avakirina dibistanên tenê bi zimanê Ermenî û li darxistina çalakiyên ku çanda gelê ermenî bide nasîn werin çêkirin.

Civîn bi pêşniyar û bersivan bi dawî bû.

ANHA