Jinên Reqayê fêrî bikaranîna çekan dibin

Bi armanca xweparastinê, hejmarek jinên ku di saziyên sivîl ên Reqayê de dixebitin tev li dewreya fêrkirina bikaranîna çekan bûn.

Jinên Reqayê fêrî bikaranîna çekan dibin
15 îlon, 2018   17:34

REQA

Hejmarek jinên ku di nava saziyên sivîl ên Reqayê de dixebitin tev li dewreya fêrkirina bikaranîna çekan û bingeha xwe parastinê bûn.

Di dewreyê de waneyên teorî û pratîkî yên girêdayî bikaranîna çek hatin dîtin.

Endama Şaredariya Gel a Reqayê Ayşe El-Ehmed a ku tev li dewreyê bûye diyar kir ku ew dê sûdê ji van waneyan bibînin.

Ji aliyê xwe ve endama Buroya Jinê ya Şaredariyan Îman Mihemed got: "Ji bo şikandina tiresê em tev li dewreyê bûn. Hilgirtina çekê û bikaranîna wê ew qas ne xeter e. Ev tecrûbeyek nû ye ji bo jina Reqayê. Divê jin hemû warên jiyanê fêr bibin û xwe ji zihniyeta mêrdestiyê rizgar bikin. "

(şx)

ANHA