Ciwanên Kobanê: Li dijî çanda kaptalîzmê serî hilde

Ciwanên kantona Kobanê di çarçoveya Pêngava "Serî Hilde" de bang li ciwanan kirin ku li dijî çand kapîtalîzmê ku bandoreke neyinî li ser ciwanan dike serî hilde.

Ciwanên Kobanê: Li dijî çanda kaptalîzmê serî hilde
Ciwanên Kobanê: Li dijî çanda kaptalîzmê serî hilde
Ciwanên Kobanê: Li dijî çanda kaptalîzmê serî hilde
Ciwanên Kobanê: Li dijî çanda kaptalîzmê serî hilde
15 îlon, 2018   16:51

KOBANÊ

Ciwanên kantona Kobanê li dijî çanda kapîtalîzmê ku bandoreke neyîn li ser zihmiyeta ciwanan dike, kampaniyeke da destpêkirin.

Kampanya  ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kontona Kobanê û Komîteya Ciwanan ve hate orgazînekirin.

Beriya çend rojan ciwan daketin nava kolanên Kobanê û belavokên bi nivîsa "Li dijî kaptalîzmê serî hilde" belav kirin.

Endamê Mecilsa Komîteya Ciwanan a kantona Kobanê di derbarê vê mijarê de wiha got:" Armanca me ji vê kampanyayê ew e ku em ciwanên xwe hişyar bikin û bila hişmendiya xwe wenda nekin û xwe ji hemberêrîşên kaptalîzm biparêzin."

Di çarçoveya kampanyayê de îro, li navenda ciwanan a bajarê Kobanê ye semînerek hate dayîn.

Sermîner bi deqeyekê rêzgirtin dest pêkir.

Semîner ji aliyê Partîzan Kerkûk ve hat dayîn.

Kerkûk go:" Dîroka mirovahiyê 5 pêvejo ne, pêvajoya 4 emîn ku em tê de jiyan dikin kaptalîzim e, destpêka avakirina jiyana mirovahiyê jê re tê gotin civaka xweziyê di wê demê de bajar tune bûn, kes ne koleyê kesî bû yan her kes azad e. Lê bi avakirina bajêr re koletî û kaptalîzim derdikeve holê ".

Kerkûkî, her wiha anî ziman ku nifşê nû hinekî ketine riya şaş, ev jî ji dijmin re bûye armanc  û divê li pêşiya vê bê seknandin û wiha domand: "Kapîtalîzm li ser 3 tiştan xwe avadike spor, sêkis û hûner, ji bo vê dewletên kaptalîzm bi riya van tiştan ciwanan dixapînin."

Partîzan Kerkûkî di dawiya axaftina xwe de diyar kirin ku kaptalîzm gelek bandore li ser civakê dike û dihêle ku civaka saxlem, hilweşe.

Sermîner bi pirs û bersiv bi dawî bû.

Heman semîner dê li hemû deverên kantonê bêne dayîn.

(şm-sn)

ANHA