Çalakiyên roja yekemîn ên konvedanê li Şêrawayê bi dawî bûn

Çalakiyên roja yekemîn a konvedanê ya ku Kongreya Star li gundê Aqîbe yê Şêrawayê orgenîze kiribû bi dawî bûn.

Çalakiyên roja yekemîn ên konvedanê li Şêrawayê bi dawî bûn
Çalakiyên roja yekemîn ên konvedanê li Şêrawayê bi dawî bûn
Çalakiyên roja yekemîn ên konvedanê li Şêrawayê bi dawî bûn
Çalakiyên roja yekemîn ên konvedanê li Şêrawayê bi dawî bûn
Çalakiyên roja yekemîn ên konvedanê li Şêrawayê bi dawî bûn
15 îlon, 2018   16:29

ŞEHBA

Bi armanca şermezarkirina dagirkeriya artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê, Kongreya Star vê sibehê li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê çalakiyeke grêva birçîbûnê da destpêkirin.

Di bin konê çalakiyê de gelek axaftin hatin kirin û her wiha gelek komên hunerî berhemên xwe pêşkeş kirin.

Jinên Şehba û Efrînê dê bihevre xaka dagirkirî rizgar bikin

Şandeyên Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê û Meclisa Kantona Şehbayê serdana konê kirin. Di bin konê çalakiyê de endama rêveber a Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Semîra Mistefa axivî û çalakvanan silav kir û pêwîstiya hevgirtinê li dijî dagikera Tirk û çeteyên wê tekez kir.

Her wiha piştgriya jinên Kantona Şehbayê bi jinên Efrînê re tekez kir û diyar kir ku jinan erka parastina erda aşitiyê û vegerandina wê ji dagirkeriya Tirk hildane ser milên xwe.

Em bawer in dê hevgirtin bibe çeka herî bi hêz a li dijî dagirkera Tirk

Piştre endama Koordînasyona Meclisa navçeya Kefer Naya Necah Hisên axivî û got: "Em bi hevgirtina di navbera hemû pêkahetayn de bawer in ku dê bibe çeka herî bi hêz li dijî faşîstê."  

Necah di axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku rêya şehîdên jin bişopînin û asta têkoşînê bilind bikin.  

Ji bo vegera Efrînê divê rêxistinên jinan û mirovî mudexele bikin

Bi navê Meclisa kantona Şehbayê endama rêveber Narîman Hisê axivî û destnîşan kir ku jinên Efrîn û Şehbayê ji bo parastina destkeftiyên jinê bi israr in. Her wiha Narîman bang li hemû rêxistinên navdewletî, jinan û civaka navdewletî kir ku ji bo vegera şêniyan a ewle mudexele bikin û li hember kirinên dewleta Tirk der heqê jinên Efrînê û şêniyan de  biseknin.

Çalakiya roja yekemîn bi berzkirina stranên Erebî ji aliyê şênî û jinên Şehbayê ve bi dawî bû.

Tê payîn ku çalakiyên roja duyemîn bi tevlêbûna mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û niştecihên Kampa Serdemê bidome.

(şx)

ANHA