Ciwanên Tebqayê pêngava paqijkirinê dane destpêkirin

Meclisa Ciwanan a Rêveberiya  Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê di çarçoveya çalakiyên 15'ê Îlonê Roja Paqijiyê ya Cîhanî de pêngava paqijiya herêmên turîzmî orgenîze kir.

Ciwanên Tebqayê pêngava paqijkirinê dane destpêkirin
Ciwanên Tebqayê pêngava paqijkirinê dane destpêkirin
Ciwanên Tebqayê pêngava paqijkirinê dane destpêkirin
Ciwanên Tebqayê pêngava paqijkirinê dane destpêkirin
15 îlon, 2018   16:32

TEBQA

Zêdetirî 20 endamên Meclisa Ciwanan a Tebqayê tev li pêngava paqijiyê bûn. Ciwanan kolana El-Kornîş ji taxa yekemîn ta mizgefta El-Furqan paqij kirin. Her wiha ciwanan gelek qadên çandiniyê di nav bera kolana El-Kornîş û evraza gola Firatê de paqij kirin.

Ciwanên beşdarî pêngavê bûne rola mirovan a di parastina xwezayê de tekez kirin. Her wiha destnîşan kirin ku ji bo hawîrdorek pak û xweşiktir divê her kes kolanên xwe paqij bihêlin û gemarê yan jî çopê bavêjin cihên ku Şaredariya Gel a Tebqyê diyar kiriye.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku roja Paqijiyê ya Cîhanî ji aliyê 150 welatan ve û bi tevlêbûna milyonan dilxwaz tê orgenîzekirin.

(şx)

ANHA