Yekem parka lîstokên zarokan li El-Cirinyê hate vekirin

Li bajaroka El-Cirniyê ya rojavayê herêma Tebqayê yekemîn parka lîstokên zarokan hate vekirin.

Yekem parka lîstokên zarokan li El-Cirinyê hate vekirin
Yekem parka lîstokên zarokan li El-Cirinyê hate vekirin
Yekem parka lîstokên zarokan li El-Cirinyê hate vekirin
Yekem parka lîstokên zarokan li El-Cirinyê hate vekirin
Yekem parka lîstokên zarokan li El-Cirinyê hate vekirin
15 îlon, 2018   16:01

TEBQA

Şaredariya Gel a bajaroka El-Cirniyê ya girêdayî herêma Teqayê yekem parka lîstokên zarokan bi merasîmekê vekir.

Xebatên vekirina parkê ji beriya du mehan ve dest pê kir. Di vê çarçoveyê de gelek lîstokên zarokan, birka avê, navbir û sûra derdorê hate dayîn. Ferehiya parkê 700 mître ye, her wiha dar û gul hatin çandin.

Hevserokatiya Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan, Komîteya Parastina Xweser, Saziya Malbatên Şehîdan û hejmarek mezin ji saziyên sivîl ên bajarokê û gundewarên wê beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê li ser giyana şehîdan dest pê kir. Piştre hevserokê Şaredariya Gel ê El-Cirniyê Hemed El-Ehmed vekirina parkê pîroz kir û got: "Îro bi saya QSD'ê em gihaştin vê astê û aramî û ewlehî li herêmê bi cih anîn. Bi derfetên kêm me dikarî gavên biçûk ên ber bi pêşxistinê ve bi avêjin."

Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclia bajarokê El-Cirniyê Yihya El-Şelebî axivî û destnîşan kir ku Şaredariya Gel ruxmî kêm derfetan gelek xebat daye meşandin û pirsgirêkên rojane yên çareser kirin.

Paşê park ji aliyê hevseroka Komîteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan Îman El-Dehir hate vekirin û beşdaran di nav parkê de geriyan.

(şx)

ANHA