Du birayên şehîd Miteweh soza şopandina xeta birayê xwe dan

Bi sedan kesî şervanê QSD‘ê Mitewih El-Leylî (Bahoz) yê ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû li goristana Şehîd Raxib El-Etiyê ya navçeya Til Hemîsê oxir kirin. Du birayên şehîd soza dan ku ew ê beşdarî eniyên pêş ên berxwedanê bibin.

Du birayên şehîd Miteweh soza şopandina xeta birayê xwe dan
Du birayên şehîd Miteweh soza şopandina xeta birayê xwe dan
Du birayên şehîd Miteweh soza şopandina xeta birayê xwe dan
Du birayên şehîd Miteweh soza şopandina xeta birayê xwe dan
Du birayên şehîd Miteweh soza şopandina xeta birayê xwe dan
Du birayên şehîd Miteweh soza şopandina xeta birayê xwe dan
Du birayên şehîd Miteweh soza şopandina xeta birayê xwe dan
Du birayên şehîd Miteweh soza şopandina xeta birayê xwe dan
Du birayên şehîd Miteweh soza şopandina xeta birayê xwe dan
15 îlon, 2018   15:49

QAMIŞLO

Bi sedan kesî cenazeyê şervanê QSD‘ê Mitewih El-Leylî ji navenda meclisa taxa enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî ji sedan erebeyan pêk dihat ku bi wêneyên şehîd hatibû xemiland ber bi goristana Şehîd Raxib El-Etiyê ya gundê Salihiyê ya navçeya Til Hemîsê ve bi rê ketin.

Kerwanê cenaze dema gihişte gund ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin. Li vir merasîmeke bi turaneke leşkerî û deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Paşê axaftin ji aliyê berdevkê QSD‘ê yê navçeya Til Hemîsê Kemal Pîr ve hate kirin. Pîr soz da dayik û bavên şehîdan ku ew ê xeta şehîdan bişopînin û wiha got: "Em xaka xwe radestî tu hêzî nakin. Komployên li dijî me têne kirin nikarin mozayik û pirrengiya civaka me têk bibe."

Birayê Şehîd Bahoz Miteweh, Hemîd jî di merasîmê de axivî û ev tişt got: "Ez şehadeta birayê xwe diyarî rêberê netewî Abdullah Ocalan dikim, bi şehadeta wî ez ser bilind im ji ber ku ji bo welat û pêkanîna demokrasiya li herêmê şehîd bûye."

Her wiha Ezîz El-Leylî jî birayê mezin ê şehîd Bahoz jî axaftin kir û got, birayê wî ji bo dozekê şehîd bûn û wiha anî ziman: "Ji sala 2013 me daye ser xeta wî, em ê biçin Hecîn û Baxoz û ji çeteyan rizgar bikin. Soz didim ku ez ê biçin eniyên pêş ên şer."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Girseya gel cenazeyê şehîd li ser mile xwe kirin û di nava diruşmeyan de veşartin.

ANHA