Li gundewarên rojavayê Dêrazorê navenda meclisa gela hate vekirin

Bi tevlêbûna bi dehan kesî navenda Meclisa Gel a gundê Hewayic Bû Mesai ya gundewarê rojavayê Dêrazorê bi navê "Şehîd Ridwan El-Hisênî" hate vekirin.

Li gundewarên rojavayê Dêrazorê navenda meclisa gela hate vekirin
15 îlon, 2018   15:13

DÊRAZOR

Bi dehan şêniyên gundê Hewayic Bû Mesa û gundên derdorê, hevserokên meclisên herêmî, şêx û rûspî yên Dêrazorê, endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn û malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê axaftinên ji aliyê hevserokên meclisa gund hate kirin. Hevserokan vekirina navenda meclisê li şêniyan pîroz kirin û bang wan kir ku bi endamên meclisê re bibin alîkar.

Serokê Meclisa Zagonsaz Merwan Fiteyih jî axivî û diyar kir ku vekirina navenda berhemên xwîna şehîdan e û daxwaz ji şêniyan kirin ku layiqî keda şehdan bin.

Navend ji aliyê hevjîna şehîd Eta El-Xelef ve hate vekirin.

Şehîd Ridwa El-Hisên 2‘ê Sibatê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû.

ANHA