PYD: Çareserkirina doza Kurdî kilîta demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn e

Meclisa Giştî ya PYD‘ê  bal kişand li ser girîngiya lidarxistina Kongreya Netewî ya Kuristanê û got: " Çareserkirina doza Kurdî kilîta aramî û demokratîkbûyîna Rojhlata Navîn e.

PYD: Çareserkirina doza Kurdî kilîta demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn e
15 îlon, 2018   14:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civîna xwe ya asayî ya çaremîn lidar xist. Her wiha pilasaziya xebatên du mehên li pêş aşkere kir.

Meclisa Giştî encama civînê di daxuyaniyekê aşkere kir. Daxuyanî wiha ye:

"Endamên Meclisa Giştî ya partiya me civîna xwe ya çaremîn a vê salê li dar xist. Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanên cangoriyên azadiyê, bernameya civînê hate dayîn. Her wiha xebatên hemleyên kongreyên yên li naveç û kantonan û pilanasiyên hef buroyên partiyê: Buroya Rêxistinî, Jin, Ciwan, Ragihandin, Têkilî, Lêkolîn û Belgekkirin û Darayî hatin nîqaşkirin. Piştre jî beşdaran rewşa siyasî û geşedanên ku herêm, cîhan, Sûriyeyê tê re derbas dibe û bandora wê yên dozên niştimanî, demokrastîk li Sûriyeyê û Kurdistanê gotûbêj kirin. Herî dawî pêşniyarên û pilansaziyên du mehên pêş ên her buroyekê hatin rakirin.

Partiya me, pêngavên xwe yên rêxistinkirî yên bi armanca pêşxistina rola xwe di siyaseta demokratîk û dayîna mekanîzmeyên rêxistinî yê didomîne, nemaze piştî guhertinên ku di çarçoveya Kongreya Sêyemîn a TEV-DEM‘ê de rû daye. Xebatên partiyê li ser binghê bername û projeyekê ku karibe gel li derdora hev kom bike pêk tê. Partiya me gelek kongreyan li bajarok, navçe û kantonan li dar dixe, beriya bidawîbûna salê dê bi dawî bibin.

Bi têkbirina dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê kilîta çareserî nêz dibe

Di civînê de, tekezî li ser rizgarkirina Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hate kirin û hate destnîşankirin ku rizgarkirina Efrînê têkoşîna sereke ya partiyê û alîgirên wê û tevahî gelê Kurd ên li Sûriryeyê û hêzên demokratîk ên laîk e. Têkbirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê destpêka dawîbûna dagirkeriya Tirkiyê li gelek herêmên Sûriyeyê ye, di heman demê de kilîta çareserkirina aloziya Sûriyê ye, li gorî xeta siyasî û xurtkkirina projeya demokratîk û parastina destkeftiyên Şoreşa 19‘ê Tîrhemê ye, li gel bêdengiyeke navdewletî li hemberî dijber û sucên guhertina demografiya Efrînê ye.

Damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gaveke erênî ye

Di civînê de, gava ji aliyê Meclisa Sûriyeya Demokratîk ve ya der barê avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatiye avêtin hate silavkirin û wekî gaveke çareseriyê ya herî aktîv bo pêkanîna hêviyên gelê Sûriyeyê yên guhertina demokratîk hate destnîşankirin, ku  hersê rêveberiyên xweser ên demokratîk û herçar rêveberiyên sivîl di bin yek banê de dicivîne û taybetmendiyên her çandekê diparêze.

Pêngava dawîn a QSD‘ê zemîna çareserkirina aloziya Sûriyeyê datîne

Beşdarên civînê, piştgiriya xwe bi Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di parastina nirxên cîhanî û xurtkirina aştiya cîhan, Sûrî û Kurd anîn ziman. Her wiha Pêngava Bagera Cizîrê di qonaxa xwe ya dawî de silav kirin û hate gotin, bi vê yekê gelê Sûriyeyê nêzî pêngava amadekirina zemîna çareseriya demokratîk ji bo aloziya Sûiyeya ku derbasî sala xwe ya 8‘emîn dibe.

Em destekê didin hevdîtinên MSD û rêjîma Sûriyeyê

Beşdaran hevdîtinên di navbera Meclisa Sûriyeya Demokratîk û rêjîma Şamê gaveke erênî nirxandin û tekez kirin ku diyalog û danûstandin riya xelasbûna ji aloziyê ye, hilbijêra leşkerî û zimanê tehdîdê ji bilî wêrankirin û parçekirina gelê Sûriyeyê ti encamên din bi xwe re nayîne. Rexmî ku heya vê kêliyê hevdîtin negihiştine asta tê xwestin, lê em bi hemû derfetên xwe piştgiriyê didin vê gave da ku bi encanm be, ku Sûriyeyeke dewleteke niştimanî û ne navendî be. Çareserî girêdayî yekbûyîna gelê Sûriyeyê û vegustina ji sîstemeke navendî ber bi sîstemeke ne navendî û demokratîk e, mîna Rêveberiya Xweseriya a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Tirkiyê dixwaze hebûna xwe li Idlibê rewa bike

Her wiha, Idlibê jî di cihê nîqaşên beşdaran de cih kir, hate gotin ku Idlibê ji aliyê rêxistina terrorist a Cebhet El-Nusra û komên çete yên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin, hewldanên Enqere hene ku dagirkerina xwe ya ji bo Idlilbê rewa bike, ev yek jî di çarçoveya peymana Milî ya ku heya niha bi dawî nebûye de pêk tê, ku armancên xwe parçekirina Sûriyeyê ye.

Kongreya Netewî ya Kurdistanî kilîta demokratîkbûyîna Sûriyê ye

Di civînê de, her wiha hate destnîşankirin ku pêwîste partiya me rê li ber hewldanên astengkirina lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê bigire, ji ber ku lidarxistina mîna van kongreyan daxwazên gelê me li her deverê bi cih tîne, lewra divê hemû xebat were meşandin da ku hemû hêz, partiyên Kurdî û yên Kurdistanî, demokratîk ên li herêmê bibin yek û nakokî werin dûrxistin, ji ber ku doza Kurdî mîna kilîta aramî û demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn e.

Beşdarên civînê tekezî li ser xurtkirina têkiliyên siyasî bi hemû partî, hêzên demokratîk, laîk, niştimanî yên li Sûriyeyê û kesayetên ku bandora wan erênî li ser civaka Sûriyeyê

Di dawiyê de partiya me, bal kişand li ser aram û jiyana hevbeş a li Rojava û Bakurê Sûriyeyê û banga hevgirtinê li hemberî hewldanên ku yekitiya me ya niştimanî û destkeftiyên gelê me yên bi xwîna şehîdan hatina bidestxistin hate kirin."

ANHA