Civîna Koma Biçûk bê encam bi dawî bû

Civînên Cinêvê yên li ser komîteya destûrî ji bo Sûriyeyê bi Koma Biçûk re, bêyî encam bi dawî bû.

Civîna Koma Biçûk bê encam bi dawî bû
15 îlon, 2018   12:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêzecivînên navneteweyî li ser avakirina komîteya destûrê ya Sûriyeyê ku nûnerê navneteweyî Staffan de Mistura ji bo Sûriyeyê bi Koma Biçûk re pêk anî, bêyî ku bigihîjin îtifaqan bi dawî bû.

Şeva derbasbûyî civîna Koma Biçûk ji bo Sûriyeyê ku tê de Fransa, DYA, Brîtanya, Siûdî û Ûrdun cih digirin, bi nûnerê navneteweyî Staffan De Mistura re dest pê kiribû.

Koma Biçûk rêgezên ji bo dîtina çareserkirina rewşa Sûriyeyê îlan kiribûn, di nava rêgezên ku hatin pêşniyarkirin de danîna erkên serokê Sûriyeyê heye û Sûriyeyeke nenavendî were avakirin. Her wiha pêwîst e nûnerên ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê beşdarî avakirina destûra nû bibin.

Nûnerê navneteweyî li ser civînên ku pêk hatin, nexwest tiştekî bibêje.

(jo)