Li Amûdê ji bo azadiya Ocalan girêva birçîbûnê

Şêniyên navçeya Amûdê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina ku dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye ketin girêva birçîbûnê. Her wiha tekez kirin ku rêxistinên navdewletî û mirovî ji ber bercewendiyên xwe bi Tirkiyeyê re bê deng in.

Li Amûdê ji bo azadiya Ocalan girêva birçîbûnê
Li Amûdê ji bo azadiya Ocalan girêva birçîbûnê
Li Amûdê ji bo azadiya Ocalan girêva birçîbûnê
Li Amûdê ji bo azadiya Ocalan girêva birçîbûnê
Li Amûdê ji bo azadiya Ocalan girêva birçîbûnê
15 îlon, 2018   14:53

QAMIŞLO

Dewleta Tirk ji ber 765 rojan tecrîdeke giran di nav bêdengiya rêxistinên navdewletî û mirovî de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye.

Gelên Kurdistanê û cîhanê siyaset û binpêkirinên dewleta Tirk bi orgenîzekirina rêze çalakiyan şermezar dikin.

Îro, ji bo şemezarkirina tecrîdê û bêdengiya navdewletî şêniyên navçeya Amûdê girêva birçîbûn destpê kirin.

Kona girêvê li ber Komîngeha Şehîd Rêzan a navçeyê hate vedan. Şênî ji serê sibehê ve diherkin bin konê û tev li girêvê dibin.

Kon bi wêneyên Ocalan, alên TEV-DEM'ê, Kongreya Star û Partiyê Yekitiya Demokratîk hate xemilandin. Çalakvanan cilên spî ku li ser bi her du zimanên Kurdî û Erebî 'Ji bo Ocalan azadî' hatibû nivîsandin li xwe kirin.

Ya bala mirov dikşîne, şêniyên navçeya Amûdê bi jin û mêr û zarokên xwe tev li girêvê bûn û sloganên silavkirina berxwedana Imraliyê berz dikirin.

Ta azadiya Ocalan em ê çalakiyên xwe bidomînin

Welatiya bi navê Dilşa Hec Yûnis diyar kir ku ew tecrîdkirinê red dike û wiha domand: "Di van demên dawî de tecrîdikirin girantir kirine. Em wî tiştî qebûl nakin û ji bo azadiya rêberê xwe em amade ne canê xwe feda bikin û em ê çalakiyên xwe bidomînin."

Dilşa destnîşan kir ku Ocalan rê li ber tevlêbûna jin di hemû weran de vekir û jinên Bakurê Sûriyeyê bi saya fikir û felsefeya Ocalan mafên xwe bi dest xistine.

Her wiha Dilşa diyar kir ku rêxistinên navdewletî û mirovî ji ber bercewendiyên wan bi dewleta Tirk re li hember tecrîdkirinê bê deng in û wiha domand: "Dewleta Tirk bi van nêzîkatiyan hewl dide gelê Kurd qir bike. Lê ev tişt ne pêkan e, gelê Kurd maye û dê têkoşîna xwe berdewam bike."

Bi milyonan mirov dê têkoşînê berdewam bikin

Dilşa di bedewamiya gotinên xwe de diyar kir ku dewleta Tirk dema her du têkoşer Mezlûm Dogan û Heqî Karar girtine ji wan re gotin 'me we tune kir' lê heval Mezlûm wiha bersîv dabû wan 'Em bi vê hêsanbûnê bi dawî nabin, bi milyonan mirov li derve dê têkoşînê bidomînin'.

Ji aliyê xwe welatiyê bi navê Idrîs El-Umerî got: "Ev bû nêzî du sal in û em tiştekî li ser rêberê xwe nizanin. Divê hemû gelên Kurdistanê û herêmê ji bo rakirina tecrîdkirinê serî hildin."

Her wiha El-Umerî anî ziman ku dewletên têkildarî karûbarên mirovî çavên xwe li ber kirinên der heqê gelê Kurd de têne kirin digirin û wiha got: "Em tenê dixwazin ku rêberê xwe di nav xwe de bibînin û em ê bi têkoşîna xwe wî rizgar bikin."

Çalakiya girêva birçîbûnê heta niha didome û tê payîn ku girêv dê du rojan bidome.

(şx)

ANHA