QSD: Hêzên me 16 nuqte ji çeteyan rizgar kirin

Navenda Ragihandin û Çapemiyê ya QSD`ê destnîşan kir ku hêzên wan li derdora El-Baxoza Jêrîn û El-Sûsê 16 nuqte ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û ber bi bi navenda El-Sûsê ve 2 kîlometre ve pêşde çûne.

QSD: Hêzên me 16 nuqte ji çeteyan rizgar kirin
15 îlon, 2018   12:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemiyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya çalakiyên şervanên xwe di çarçoveya çalakiyên pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" de aşkera kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Li derdora El-Baxoza Jorîn şer di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ`ê de dewam kir. Li derdora gund topbaran ji aliyê çeteyan ve hate kirin û tevgera şervanên me kirin hedef. Topavêjên koalîsyonê yekser cihê bicihkirina topavêjan topbaran kir.

Fermandariya meydanî tekez kir ku 7 çete hatin kuştin û 3 şervanên me jî bi sivikî birîndar bûn.

Duh di saetên sibê de di navbera şervanên me û çeteyan de şerekî dijwar derket. Hêzên me bi awayekî berbiçav pêşde çûn. 7 nuqte ji çeteyan hatin rizgarkirin. Di wî şerî de 2 çete hatin kuştin û du şervanên me jî şehîd bûn, her wiha mayinek bi trêkseke me ve teqiya û zerarên madî çêbûn.

Li derdora El-Sûse çete bi awayekî zêde mayinan diçînin. Em jî ji vê yekê ditirsin ku di encama wê de sivîl şehîd bibin. Di saetên êvarî yên şevê din û heta saetên vê sibê hêzên me nêzî 2 kîlometreyan bi pêş de ketin û 9 nuqte ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha di encama teqîna mayinekê de 6 şervanên me birîndar bûn û zerarên madî di erebeyeke leşkerî ji cureya Hemer û trêksekê de çêbûn.   

Bîlançoya heta niha jî, îro 16 terorîst di nuqteyên şer de hatin kuştin, 6 şervanên me birîndar bûn û 2 şervan jî şehîd bûn.

Her wiha hindek ji mayinên çeteyan teqiyan û tîmên pispor ên rakirina mayinan 17 mayin bê bandor kirin.  Balafirên Koalîsyona Navdewletî 18 caran tevgera çeteyan kir hedef.”

(bx)