Dayika 4 astengdaran banga alîkariyê dike

Fatima El-Casim, 4 zarokên wê yên astengdar hene. Dayikê bang li rêxistinên mirovî yên li Bakurê Sûriyeyê dixebitin û cîhanî kir ku alîkariya wê bikin.

Dayika 4 astengdaran banga alîkariyê dike
14 îlon, 2018   06:31

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Welatiya bi navê Fatme El-Casim li taxa El-Rimêlê bi navê "Dayika Yasir" tê naskirin. Fatme 50 salî ye û ji gundê Korama Zada yê girêdayî Girê Spî ji bo tedawîkirina her çar zarokên xwe koçber bû û berê xwe da Reqayê. Lê azarên wê bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê zêde bûn.

Malbata Fatme ji 3 keç û kuran pêk tê. Hevserê wê beriya 5 salan di encama krîza dil de mir. Zarokên Fatmeyê di 15 saliyên xwe de bi vê nexwşiyê ketine.

Navên endamên malbata Im Yasir wiha ne: Hala (38), Rewda (34), Fîda (23) û Yasir (27). Yasir xwend û karnameya navîn girt lê ji ber nexweşiyê nekarî xwendina xwe temam bikira.

Li gorî Im Yasir her çar ewladên wê piştî ku 15 sal derbas kirin bi nexweşiya lawazbûna masulkeyan ketine. Li gorî gotinên Im Yasir ev nexweşî venagere. Dibe ku jin û mêr jî piştî ku 15 sal derbas bikin bi vê nexweşiyê bikevin.

Dayik hewl dide zarok bi astengiya xwe nehesin

Fatme ji bo tedawîkirina zarokên xwe serdana nexweşxane û gelek bijîşkan kir. Lê hewldanên wê bê encam bûn.

Dayika Fatme dibêje, ev qedera zarokên wê ye. Her roj ew wan hişyar dike, nan ji wan re pêşkêş dike. Ji roja astengdarbûnê û vir ve zarokên Fatmeyê di nav çar dîwaran de dijîn û haya wan ji tiştên ku rû didin tune ye.

Yasir û Fîda hêvî dikin her tiştekî bikin

Hezkirina wan ji xwendinê ya Yasir û Fîda her roj zêde dibe. Yasir bawernameya navîn standiye û hêvî dike li cihekî kar bike. Her wiha Fîda hêvî dike mîna keçên ciwan li ser lingên xwe bimeşe.

Fatme diyar kir ku gelek rêxistinan serdana wan kiriye û sozên pêşkêşkirina alîkariyê dane. Lê sozên wan bi bayê re çûn û tiştek pêşkêş nekirin. Fatme, bang li hemû rêxistinên mirovî kir ku alîkariya malbata wê bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêxistin tenê alîkariyên wekî xwarin ji malbatê re pêşkêş kirin lê tu alîkarî ji bo ku ewladên Im Yasir jiyana xwe bidomînin, pêşkêş nekirin.

(şx)

ANHA