Beriya cengê distêrin

Ciwanên êla El-Şumer li rex şervanên QSD'ê di çeperên şer de li ser sînorê bajarokê Hecîn strana 'El-Hewsa El-Şumriyê' ji bo bilindkirina morala şervanan beriya cenga rizgarkirinê dibêjin.

Beriya cengê distêrin
14 îlon, 2018   06:39

EMAR EL-XELEF-DIYAR EHEMO / DÊRAZOR

Bi dehan ciwanên êla El-Şumer a Ereban tev li pêngava dawîn a Xezeba Firatê bi navê 'Şerê Tunekirina Terorê' bûn. Ev pêngav ji bo rizgarkirina beşa herî dawî ya baregeha DAIŞ'ê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê hatibû destpêkirin.

Êla El-Şumer mezintirîn êleke Ereban e. Piraniya wan li kantona Hesekê bi cih bûne. Ev êl tevî Sûriyeyê li dewletên wekî Iraq û Emareta Erebî navdar e. Ev êl êleke koçer e û bi stranên xwe yên bicoş tê naskirin.

Piştî rizgarkirina gundewarên Hesekê ji çeteyên DAIŞ'ê bi dehan ciwanên êlê tev li refên QSD'ê bûn û beşdarî pêngavên rizgarkirinê bûn. Roleke aktîf a ciwanên êla El-Şumer di rizgarkirina Reqayê de hebû û gelek şehîd dan.

Ji roja ragihandina pêngava dawîn a hemleyê ve gelek ciwanên êla El-Şumer tev li refên QSD'ê dibin û cihê xwe di çeperên pêşîn de li baskê Hecîn digirin. Ciwanên êla El-Şumer û beriya destpêka cengê û ji bo bilindkirina morala şervanan strana 'El-Hewse El-Şumeriyê' dibêjin.

Têkildarî mijarê şervanê bi navê Nîzar El-Elî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew niha di çeperên şer ên pêşîn de ne û morala şervanan bilind e û ew ji bo cenga rizgarkirinê amade ne û wiha domand: "Ev stran ji stranên bicoş ên êla El-Şumer e, ji ber wê ciwan beriya cengê distrên û morala ciwanan bilind dikin."

El-Elî gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Em xwe ji bo rizgarkirina xak û gelê xwe ji bin destê zilma çeteyên DAIŞ'ê amade dikin. Ragihandina rizgarkirina bajarokê Hecîn mîna bicihanîna dilsoziya bi şehîdan û tevahî gel ê ku li benda azadî û jiyana birûmet e.”

(şx)

ANHA