Navenda Arî ya nojdariya xwezayî

Bi armanca pêşxistina tiba xwezayî, Weqfa Jina Azad a herêma Cizîrê, Navenda Arî ya dermankirina bi gihayan vekir.

Navenda Arî ya nojdariya xwezayî
Navenda Arî ya nojdariya xwezayî
Navenda Arî ya nojdariya xwezayî
14 îlon, 2018   06:23

OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Weqfa Jina Azad a herêma Cizîrê Navenda Arî di Gulana 2018'an de vekir. Di navendê de 3 pisporên tiba xwezayî dixebitin. Navend li taxa Rojhilat a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya Bakurê Sûriyeyê ye.

Li gorî endamên navendê gelek nexweş ji bajarên cuda yên herêma Cizîrê, bajarê Heleb û Şamê û navçeya Dirbesiyê serdana navendê dikin.

Navend gihayan bi rêya wekîlekî ji Helebê tîne. Her wiha navend nexweşiyên weki mufirk, zerik, kulbûna sîng, alerjî, ekzîma, kulbûna qirikê, kulbûna kezeba reş û gelek nexweşiyên din bi rêya gihayan derman dike.

Di navendê de gelek cureyên gihayan weki zencefîl, nefel, zater (zembûr), zihûrat û hwd. hene, her wiha navend gelek cureyên zeytê tîne.

Nexweşên ku li navendê tedawî bûne, diyar dikin ku encamên erênî ji dermankirina bi gihayan  girtine. Her wiha hinek nexweş li ser tecrubeya xwe ji navendê re ji ajansa me re axivîn.

Nûra Oso ya ji navçeya Dirbesiyê wiha got: "Ez ji ber nexwşiya mufirk û êşên pişta xwe gelek azaran dikişînim. Min xwe li gel bijîşkan tedawî kir lê bê encam bû. Piştî bikaranîna gihayên Navenda Arî, hêviya min ya tedawiyê zêde bû."

Endama rêveber a Navenda Arî ya nojdariya xwezayî Xalsa Ehmed armanca vekirina navendê diyar kir û wiha got: "Ev navend ji bo vegerandina bijîşkiya xwezayî hate vekirin." Her wiha Xalsa tekez kir ku gelek nexweş serdana navendê dikin û ew ji aliyê xwe ve nexweşan derman dikin.

(şx)

ANHA