Rêjîma Îranê li Hesekê hate şermezarkirin

Meclis û saziyên Rêberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Hesekê rêjîma Îranê û darvekirina siyasetmedarên Kurd, her wiha êrîşa li ser bargehên partiyên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Rêjîma Îranê li Hesekê hate şermezarkirin
13 îlon, 2018   19:38

HESEKÊ

Bi dehan endamên meclis û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên bajarê Hesekê bi armanca şermezarkirina rêjîma Îranê daxuyanî dan.

Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a texa Til Hecer ji aliyê cîgira hevserokatiya Meclisa Navçeya Rojava Viyan Çaçan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de darvekirina siyasetmedarên Kurd û bombebarana li ser buroyên partiyên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê ji aliyê rêjîma Îranê ve hate şermezarkirin û wekî binpêkirina xaka Kurdistanê hate binavkirin.

Her wiha bang li hikûmeta Iraqê û ya herêmê Kurdistanê û raya giştî hate kirin ku binpêkirinên Îran û Tirkiyê bi sînor bikin û hate gotin: "Berdewama deyardeya darvekirinê xeteriyeke li ser jiyana hemû girtiyan e."

Daxuyaniyê wiha hate bidawîkirin: "Em bang li civaka navdewletî dikin ku bila ji bo xelaskirina girtiyên ku derbarê wan de cezayê darvekirinê hatiye birîn, tevbigerin."

ANHA