Rêxistina Ciwanên Partiya Sûreyeya Pêşerojê bi ciwanên Şêxmeqsûd re civiya

Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê (HSM) ji bo pênasekirina armanac, encamên demezarndinê û rola partiyê bi ciwanên taxa Şêxmeqsûd civiya.

Rêxistina Ciwanên Partiya Sûreyeya Pêşerojê bi ciwanên Şêxmeqsûd re civiya
13 îlon, 2018   15:20

HELEB

Civîn li hola civînan a ku dikeve beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûd bi tevlêbûna dehan ciwanên taxê li dar ket.

Civîn bi deqyeyk rêzgirtin dest pê kir. Piştre berpirsê Buroya Rêxistinî ya ciwanan Bera Mehmûd rêziknameya Partiya Sûriyeya Pêşerojê xwend.

Paşê Bera rola ciwanan di vê pêngava ku Sûriye tê re derbas dibe destnîşan kir û got: "Divê ciwan xwe bi pêşbixin û hêza xwe di avakirin û pêşxistina civakê de bikar bînin."

Her wiha Bera rêgez û armancên partiyê ji beşdaran re şîrove kir û diyar kir ku ji girîngtirîn bendên Partiya Sûriyeya Pêşerojê yekîtiya Sûriyeyê tekez dike û li dijî hemû têgehên parçebûnê ye.

Civîn bi pris û bersiv û nîqaşan ve bi dawî bû.

(şx)

ANHA