Li Kobanê Kenîseya

Ji bingeha têgeha netewa demokratîk û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhate û olên Bakurê Sûriyeyê de û di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Komîteya Suryanan(Xiristiyanan) a Kantona kobanê Kenîseya "Biratiyê" vekir.

Li Kobanê Kenîseya
Li Kobanê Kenîseya
Li Kobanê Kenîseya
Li Kobanê Kenîseya
Li Kobanê Kenîseya
Li Kobanê Kenîseya
Li Kobanê Kenîseya
Li Kobanê Kenîseya
13 îlon, 2018   15:15

KOBANÊ

Komîteya Xiristiyan a Kantona Kobanê ya herêma Firatê ji bingeha têgeha netewa demokratîk û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhate û olên herêmê de, kenîseyeke bi navê Biratî vekir.

Tevî dehan şêniyên bajêr hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk Ehmed Şêxo, hevserokê Desteya Hundirî a Kantona Kobanê Bozan Xelîl û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tev li merasîma vekirinê bûn.

Mersaîm bi deqeyek rêzgirtinê li ser giyana şehîdan dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa TEV-DEM'ê Ehmed Şêxo axivî û biratiya gelan û jiyana hevbeş di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de tekez kir û destnîşan kir ku vekirina vê kenîseyê berhemên keda şehîdan e.

Di berdewamiya axaftina xwe de Ehmed diyar kir ku hin alî dixwazin fitne û fesadî di navbera pêkhateyên herêmê de biçînin. Lê ev hewldan têk çûye û isbata wê vekirina dêrê li Kobanê ye.

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê kenîseyê Umer Fîras destnîşan kir ku, kenîse berhemên berxwedana Kobanê ye û wiha got: "Bi sedan xort û keçên gelê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê canê xwe ji bo Kobanê fedar kirin. Bajarê Kobanê mifteya azadiya Rojhilata Navîn e. Biratiya gelan û jiyana hevbeş ji Kobanê destpê kir."

Piştî bidawîbûna axaftinan xirstiyanan di kenîseyê de nimêj kirin û sûrdên olî xwendin.

(şx)

ANHA