Azadiya Ocalan û hesabxwestina ji dagirkeriya Tirkiyê re mijara civînê bû

Nûnerên rêxistin û saziyên jinan ên Helebê bang kirin ku divê artêşa Tirk ji ber binpêkirinên xwe yên der heqê jinan li Efrînê were muhesebekirin.

Azadiya Ocalan û hesabxwestina ji dagirkeriya Tirkiyê re mijara civînê bû
Azadiya Ocalan û hesabxwestina ji dagirkeriya Tirkiyê re mijara civînê bû
Azadiya Ocalan û hesabxwestina ji dagirkeriya Tirkiyê re mijara civînê bû
Azadiya Ocalan û hesabxwestina ji dagirkeriya Tirkiyê re mijara civînê bû
Azadiya Ocalan û hesabxwestina ji dagirkeriya Tirkiyê re mijara civînê bû
13 îlon, 2018   15:37

HELEB

Di çarçoveya pêngava 'Jin ji bo Efrînê serî hildin' û bi dirûşmeya 'Azadiya Jinê azadiya Rêber e' Kongerya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê civînek li darxist.

Civîn bi armanca gotûbêjkirina binpêkirinên dewleta Tirk ên der heqê jinên herêmên Bakurê Sûriyeyê û tecrîdkirina ku dewleta Tirk li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike li dar ket.

40 nûnerên rêxistin û saziyên jinê yên taxê; (Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Hevbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyeyê), nûnerên jina Êzidî û hemû pêkhateyên taxê Kurd, Ereb, Tirkmen û Êzidî beşdarî civînê bûn.

Civîn li hola civînan a avahiya Kongerya Star a beşa rojava ya taxê li dar ket. Hol bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hate xemilandin.

Civîn bi axaftina endama rêveber a Kongreya Star Hêvîn Silêman dest pê kir. Hêvîn rola jinan a di rizgarkirina civakê de ji hemû kevneşopî û zîncîrên berê û bi taybet rola wê di rizgarkirina jinan ji zihniyeta desthiladarî destnîşan kir. Her wiha Hêvîn tekez kir ku êdî dem hatiye ku jin bi rola xwe ya pêşeng di avakirina nifşek azad ku mafên jinê diparêze rabe.

Hêvîn gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Divê jinên hemû pêkhateyên Sûriyeyê ji bo belavkirina fikr û felsefeya Ocalan bi hev re bixebitin."

Piştî axaftina Rêvebera Kongreya Star Hêvîn, deriyê nîqaşê hate vekirin.

Di nîqaşan de, girîngiya hevgirtina jinan ji bo azadiya jin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destnîşankirin, her wiha behsa binpêkirinên çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên derheqên jinên Efrînê û Bakurê Sûriyeyê

Di dawiya nîqaşên civînê de bang li rêxistinên navdewletî hate kirin ku erka xwe pêk bînin û Erdogan muhasebe bikin.

(şx)

ANHA