QSD`ê nasnameyên şehîdên Bagera Cizîrê aşkera kirin

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê nasnameyên 5 şervanên ku di pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" de şehîd bûn, aşkera kirin.

QSD`ê nasnameyên şehîdên Bagera Cizîrê aşkera kirin
QSD`ê nasnameyên şehîdên Bagera Cizîrê aşkera kirin
QSD`ê nasnameyên şehîdên Bagera Cizîrê aşkera kirin
QSD`ê nasnameyên şehîdên Bagera Cizîrê aşkera kirin
QSD`ê nasnameyên şehîdên Bagera Cizîrê aşkera kirin
QSD`ê nasnameyên şehîdên Bagera Cizîrê aşkera kirin
13 îlon, 2018   13:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê nasnameyên şervanên xwe yên şehîd bûne aşkera kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin QSD`ê hemleya Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina baregehên dawîn ên çeteyên DAIŞ`ê ji nû ve dest pê kir.

Her wiha hate destnîşankirin ku bi pêşveçûnê re û di encama teqîna mayineke çeteyên DAIŞ`ê de 5 şervan gihaştin asta şehadetê.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de soza xwe ya li hemberî rêhavalên xwe yên şehîd nû kir û diyar kir ku dê heta dawiyê şopdarên rêya wan bin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Demhat Qendîl
Nav û paşnav: Emar Ziyad
Navê dayikê: Melka
Navê bav: Ziyad
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor – bajarokê Hecîn 10/9/2018`an

********

Nav û paşnav: Taha El-Mişrif El-Şaan
Navê dayikê: Bişe
Navê bav: Mişrif
Cihê jidayikbûnê: Dêrazorê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor – bajarokê Hecîn 10/9/2018

********

Nasnav: Seyf
Nav û paşnav:  Fîras El-Ehmed
Navê dayikê: Henan
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazorê – bajarokê Hecîn 10/9/2018

********

Nasnav: Esed
Nav û paşnav :Kerem Mihemd El-Casim
Navê dayikê: Enûd
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Dêrazorê – Geranîc
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor – bajaroka Hecîn 10/9/2018

********

Nasnav: Cewad
Nav û paşnav: Mihemed Abdullrehaman Şêx Hesen
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Abdullrehaman
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazorê – bajarokê Hecîn 10/9/2018