‘Rêjîma melayan’ zagonên navdewletî binpê dike

TEV-DEM, meclis û saziyên sivîl ên navçeya Dêrikê bi daxuyaniyekê êrîşên rêjîma Îranê yên li ser navenda PDK-Î li başûrê Kurdistanê û darvekirina çalakvanên Kurd şermezar kir.

‘Rêjîma melayan’ zagonên navdewletî binpê dike
13 îlon, 2018   12:35

QAMIŞLO

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), meclis û saziyên sivîl ên navçeya Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo têkildarî êrîşên rêjîma Îranê yên li ser gelê Kurd li rojhilatê Kurdistanê û êrîşên wê yên dawîn li ser navenda Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) ya li nêzî Hewlêrê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.  

Daxuyanî li ber navenda Meclisa Navçeya Dêrikê ji aliyê rêveberê TEV-DEM`ê Yûsif Hacî ve hate xwendin. Endamên meclis û saziyên sivîl ên navçeyê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hemû rêxistinên mirovî û Neteweyên Yekbûyî hewl didin ji bo belavkirina azadî, aramî û ewlehiyê li ser asta cîhanî belav bikin da ku hemû ol, netewe û mezheb bi aramî bijîn, rêjîma Îranê der barê ciwanên Kurd de komkujiyan pêk tîne, navendên pêşmergeyên PKD-Î li başûrê Kurdistanê jî topbaran dike.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêjîma Îranê ji destpêka şoreşa gelê Kurd ve û heta roja me ya îro darvekirinê der barê rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd de sûcê darvekirinê pêk tîne û li ber çavên hemû cîhanê û rêxistinên mirovî zagonên navdewletî û li hemberî vê yekê rêxistinên mafên mirovan bê deng in.

Her wiha hate diyarkirin ku rêjîma Îranê bi siyaseta xwe ya qirêj li hemberî şoreş û mafên Kurdan li Îranê û tevahiya Kurdistanê disekine, di 08.09.2018`an de çalakvanên Kurd (Ramîn Penahî, Zaniyar Mûradî û Luqman Mûradî) li pêş çavên malbatên wan darve kirin û rêxistinên mirovî tu helwest li hemberî vê yekê nîşan nedan.

Her wiha hate destnîşankirin ku rêjîma Îranê bi hovîtiya xwe navendên PDK-Î li başûrê Kurdistanê topbaran kirin, di encama wê çalakiya nemirovî de 14 pêşmerge li ber çavên rêxistinên navdewletî û mafên mirovan şehîd bûn.

Di dawiyê bang li raya giştî û rêxistinên mirovî û yên mafên mirovan hate kirin ku li beramberî kiryarên rêjîma melayan a faşîst ên der barê Kurdan de bê deng nemînin û bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin û kiryarên bi bî awayî rawestînin.

(bx)

ANHA