Mazota zivistanê li Kobanê tê belavkirin

Li bajarê Kobanê û gundewarên wê ji bo ku tu pirsgirêkên mazota zivistanê dernekevin, Komîteya Sotemeniyê ya Kobanê mazotê li welatiyên belav dike.

Mazota zivistanê li Kobanê tê belavkirin
Mazota zivistanê li Kobanê tê belavkirin
Mazota zivistanê li Kobanê tê belavkirin
13 îlon, 2018   09:14

KOBANÊ

Beriya heyvekê belavkirina mazotê dest pê kir, lê ji ber hin pirsgirêkan hate sekinandin û 8`ê meha Îlonê dîsa li Kobanê û gundewarên wê dest pê kir.

45 hezar kertên belavkirina mazotê li kantona Kobanê hatin belavkirin. Ji her kertekêre 600 lître mazot derdikeve, lê niha 400 lître tê belavkirin, piştre wê 200 litir were belavkirin.

Di vê derbarê de hevserokê mûdriyeta  sotemeniyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Kobanê Nebîl Kecel wiha got: "Em ê heta 3 heyvan 400 lître li hemû welatiyan belav bikin, piştre ji bo ku pirsgirêk peyda nebin, em ê 200 lîtreyên din belav bikin."

Mazot li Kobanê bi serîceyan (makîneya mazotê) diçe ber deriyê malan. Buhayê mazotê bi 55 lîreyên Sûriyeyê ye û dema biçe ber deriyê malan 57 û nîv lîre ye. Li gorî komîteya sotmeniyê şêniyên gundên Kobanê jî dikarin werin kaziyan û mazota xwe werbigrin.

Hêjayî gotinê ye ku serîceya mazotê her car li du meclisan tê belavkirin.

ANHA