′Divê ji tecrubeya jinên Kurd sûd bê wergirtin′

Şandeyek ji MLPD`ê serdana Weqfeya Newroz li paytexata Lubnanê Beyrûtê bi armanca nîqaşkirina girîngiya hilbijartina jinan ji hilbijartinên Lubanên re, kir.

′Divê ji tecrubeya jinên Kurd sûd bê wergirtin′
′Divê ji tecrubeya jinên Kurd sûd bê wergirtin′
′Divê ji tecrubeya jinên Kurd sûd bê wergirtin′
13 îlon, 2018   08:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Şande ji aliyê seroka Weqfeya Newroz a Çandî û Civakî Henan Osman û rêvebera weqfeyê Xezle Remo ve hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de nirxandin ji aliyê her du aliyan ve li ser xurtkirina têkiliyan û sûdwergirtina ji tecrubeya jinên Kurd ên têkoşer hatin kirin.

Her wiha nirxandin li ser destekdayîna doza Kurd, hemû gelên bindest û rizgarkirina ji sîstemên desthilatdar hatin kirin.

Her du aliyan helwestên Almanyayê yên têkildarî tevgera şoreşger a kurdî û destekdayîna wê ji dagirkeriya Tirkiyeyê re rexne kirin. Şande li ser girîngiya hilbijartina jinan di hilbijartinên Lubnanê de jî sekinî ku bûye sedema ku tevahî gelê cîhanê hebûna Kurdan û rola wan a sereke di herêmê de nas bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rola MLPD`ê di piştgiriya Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê de hebû.

(bx)