Seroka Myanmar: danûstandineke baştir bi aloziya Rohîngiya re pêkan bû

Seroka Myanmar Aung San Suu Kyi diyar kir ku artêşa Myanmar dikare baştir danûstandinê bi kêmnetewa Rohîngiya ya îslamî re li welat bike

Seroka Myanmar: danûstandineke baştir bi aloziya Rohîngiya re pêkan bû
13 îlon, 2018   09:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Myanmar Aung San Suu Kyi îro di dîdargeha Asyan a aborî li Hanoyo de got ku bê guman rêbazên baştir ji bo birêvebirina aloziya kêmnetewa îslamî hene.  

Li wîlayeta Raxîn ku kêmbaweriya îslamî ya Rohîngiya jiyan dike, di 25'ê tebaxa 2017'an de rastî aloziyeke dijwar hat, piştî ku çekdarên Tevgera "Arakan Xilas artêşa Rohîng" êrîşî 30 xalên asayîşê kir.

Piştre desthilatdariya Myanmar çalakiyeke leşkerî li herêmê da destpêkirin û di encamê de bêtirî 400 kes di pevçûnan de hatin kuştin. Her wiha bêtirî 700 welatiyên sivîl ên Rohîngiya koçberî Bangiladîş bûn.

Komîteya Lêpirsînê ya girêdayî Meclîsa Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî di Tebaxê  de rapora xwe ya dawî der barê buyerên tundiyê li Myanmar li dijî îslamiyên Rohîngiya derxist.

Komîteyê got ku generalên artêşa Myanmar çalakiyên kuştinê û destdirêjiyên komî der heqê îslamiyên Rohîngiya de pêk anîn û divê fermandarê giştî yê artêşê û 5 generalên wê bi sûcdariya komkujiyan bêne cezakirin.

Di raporê de hate piştrastkirin ku hikûmeta sivîl bi serokatiya Aung San Suu Kyi rê ji helwesta dijminahî re vekir û belge tune kirin û nikaribû kêmbaweriyan ji sûcên dijmirovahiyê û sûcên şer ku artêşê li wîlayetên Raxîn, Katşîn û Şan pêk anîne, biparêze.