Sûka Pêncşemê 28 sal e meqseda şêniyan e

Li bajarên herêma Cizîrê gelek sûkên gelêrî yên heftane hene. Her sûkek navê xwe ji rojên hefteyê digire. Ji ber peydabûna hemû pêdiviyên malê û bi buhayên guncaw, ev sûk bûne meqseda şêniyan.

Sûka Pêncşemê 28 sal e meqseda şêniyan e
Sûka Pêncşemê 28 sal e meqseda şêniyan e
Sûka Pêncşemê 28 sal e meqseda şêniyan e
Sûka Pêncşemê 28 sal e meqseda şêniyan e
Sûka Pêncşemê 28 sal e meqseda şêniyan e
Sûka Pêncşemê 28 sal e meqseda şêniyan e
13 îlon, 2018   07:32

DILSOZ DILDAR / HESEKÊ

Sûkên gelêrî li herêmên Bakurê Sûriyeyê ji ber peydabûna hemû pêdiviyên malê û bi nirxên guncaw bûne cihê meqseda şêniyan. Her sûkek navê xwe ji rojeke hefteyê digire.

Li bajarê Hesekê li gorî rojên hefteyê sûk tên vekirin. Sûka Pêncşemê ji kevntirîn sûkên bajarê Hesekê ye. Sûk li taxa El-Kelasê tê vekirin. Dîroka sûkê vedigere destpêka salên 90’î. Di destpêkê ve hemû firoşkarên sûkê ji bajarê Reqayê bûn, ji ber wê bi navê 'Sûka Reqawiyan' dihat naskirin. Hejmara wan hêdî hêdî kêm bû û li beramberî wê hejmara firoşkarên Hesekê zêde bû. 

Firoşkarê bi navê Mihemed Salih Elî ku bi navê Ebû Malik tê naskirin, ji navçeya Dirbesiyê ya girêdayî kantona Hesekê ye û firoşkarê herî kevn ê sûkê ye. Têkildarî mijarê Ebû Malik wiha got: "Berê me sûk nas nedikir. Lê piştî geşbûna sûkên gelêrî di nav şêniyan de, bi nav û deng bûn û bû çavkaniya rizqê bi sedan kesan. Ji ber guncawbûna buhayê kelûpelan, bû meqseda şêniyan."

Ebû Malik diyar kir ku hemû pêdiviyên malan li sûkê bi kalîte ne û buhayê wan li gorî şêniyan e.

Tevgera kirîn û firotinê baş e

Firoşkarên bi navên Esad Mihemed û Muhened El-Konadar diyar kir ku tevgera kirîn û firotinê li sûkê pir baş e. Her wiha destnîşan kirin ku gimruka girêdayî rêjîmê û hin komên çeteyan li ser madeyan ji Sûriyeyê bacan ferz dikin, ji ber wê nirxê hin madeyan buha ye.

Buhayên guncaw û kalîteyên baş

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Fewziya Feraman a ji taxa El-Eziziyê diyar kir ku buhayê madeyan li sûkê guncaw in û ew dihêle welatî bêtir serdana sûkê bikin.

Têkildarî heman mijarê welatiya bi navê Itîhad El-Ilwan ku ji Dêrazorê koçber bûye û li bajarê Hesekê bi cih bûye, diyar kir ku ew her tim serdana sûkê dike û ji ber erzaniya madeyên sûkê mesrefa wan kêm bûye.

(şx)

ANHA