Gelê rojava vedigerin warê xwe

Piştî tasfiyekirina çeteyan ku rewşa herêmê ji aliyê ewlehiyê de baş bu gelê rojava yê ku çibûn başûrê Kurdistan careke din vegeriyan rojava.

Gelê rojava vedigerin warê xwe
Gelê rojava vedigerin warê xwe
Gelê rojava vedigerin warê xwe
Gelê rojava vedigerin warê xwe
Gelê rojava vedigerin warê xwe
Gelê rojava vedigerin warê xwe
Gelê rojava vedigerin warê xwe
Gelê rojava vedigerin warê xwe
13 îlon, 2018   06:35

ÎSAM ABDULLAH-AMARA CÛDÎ/QAMIŞLO

Gelek şêniyên Rojava ku ji ber êrîşên çeteyan ji çibun başûrê Kurdistan careke din vedigerin rojavayê Kurdistan. Heya niha nêzî hezar û 300 malbat vegeriyan rojava.

Piştî destpêka aloziya Sûriyeyê gelek şêniyên Rojava ji ber êrîşên çeteyan berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.

Welatiyên rojavayî ji ber ewlehî û aramiya ku li herêmê pêk hatiye û gelek pêşketinên ku rû dane ku di encamê de gelek derfetên kar peyda bûn vedigerin Rojava.

Têkildarî mijarê ajansa me bi hin kesên ku vegerîn re hevdîtin çêkir.

Welatiyê bi navê Ehmed Hisên Seîd ê ji Dirbesiyê ye û ev nêzî 2 sal li başûr e wiha got: “ gelê rojavayê kurdistan ku ji ber êrîşên çeteyan derbasî başurê Kurdistan bun niha di xwazin vegerin cih û warê xwe. Êdî li rojava rewş arame. Ji xwe li Başûrê Kurdistan di nav kampan de şênî ji ber ne başiya danûstandinê û zextên ku berpisên kampê li şêniyan dikirin gelek arîşe dikşînin.  ji ber wê gelek niştecihên kampan vedigerin Rojava."

Têkildarî mijarê Betûl Elî jî got, ku êdî li rojava rewş aram buyê, ti sedemek nine ku li başurê Kurdistan bimînin.

‘Hezar û 300 malbat vegeriyan’

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê Buroya Têkiliyan ê deriyê Sêmalka Mihemed Xêr Bicus tekez kir ku ji meha borî ve zêdetirî hezar û 300 malbat vegerîn Rojava.

Têkildarî mijara vegera ciwanan û tevlêbûna wan a erka xwe parastinê Bircus destnîşan kir ku ji destpêka îsal ve zêdetirî hezar û 700 ciwan vegerîn Rojava û wiha domand: "Buroya Têkiliyan a deriyê Sêmalka ji bo hêsankirina tevgera ciwanan li ser bendên kontrolê da ku belgeyên xwe yên tevlêbûnê temam bikin kertên taybet didin wan."

(şx)

ANHA