Du ziman û kemançeyeke kevin

Hunermed Seed El-Herbawî ku bi eslê xwe Ereb e, li gel ku çavên wî di zarokatiyê de kor bûne jî, ji 10 saliya xwe ve li kemançeyê dixe û bi kurdî û erebî stranan dibêje. El-Herbawî dibêje di gundê wan de Kurd û Ereb bi hev re dijîn, wî tu car ferq nexistiye navbera gelên Kurd û Ereb.

Du ziman û kemançeyeke kevin
13 îlon, 2018   06:45

BÊRÎTAN MEDUSA –SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Seed El-Herbawî ku di çar mehiya xwe de her du çavên xwe winda kirine, di 10 saliya xwe de fêrî kemançeyê (ribab) dibe. El-Herbawî yek ji hunermendên ji pêkhateya Ereb e ku li gundê Girê Mîra yê navçeya Zirgan a girêdayî herêma Serêkaniyê di sala 1946’an de ji dayik bûye. Malbata wî beriya 70 salan ji Girê Mîran derbasî gundê cîran Dikukê bûye û ji wê rojê pê ve Seed li gundê Dikukê dijî. Ji ber ku li Zirganê Kurd û Ereb bi hev re dijîn, Seed zimanê kurdî jî fêr bûye. Seed stranên xwe bi zimanê kurdî û erebî dibêje.  

Seed diyar kir ku di çar mehiya wî de çavên wî kul bûn û wiha pê de çû: “Wê demê bijîşk tune bûn. Dermanê qirmîz û kevirê hespan xistin çavên min. Çavekî min teqiya û yê din jî perdeya spî ket ser. Ji wê demê heta niha ez nabînim.”

 ‘Korbûna çavên min nebû asteng ji bo fêrbûna kemançeyê’

Seed eşqa xwe ya ji bo kemançeyê wiha tîne ziman: “Çavên min nebûn asteng ji bo fêrbûna min a kemançeyê. Malbata dayîka min hemû kemançejen bûn. Ew nediçûn dawetan, tenê ji xwe re di mal de lê dixistin. Ez jî wê demê aşiqê kemançeyê bûm. Xalê min ez fêr kirim. Ji min re kemançeyek ji tenekê ron çêkir û da min. Ji wê rojê heta niha ez li kemançeyê dixim. Min pir ji kemançeyê hez dikir, ez aşiqê wê bûm. Dema ez radizam min dixist hembêza xwe.”

‘Min tu car ferq nexist navbera Kurd û Ereban’

Piştî ku Seed kemançeyê fêr dibe, bi eşqa xwe ya ji kemançeyê re gel jî keyfxweş dike. Her daweta ku çêdibû ew bi kemançeya xwe ve li dawetê bû û coş dida gel. Seed dema diçû dawetên Ereban stran bi kurdî û erebî digotin û dema diçû dawetên kurdan dîsa bi kurdî û erebî digotin. Seed dibêje ku wî tu car ferq nekir navbera gelê Kurd û Ereb û gotinên xwe wiha berdewam dike: “Hem gelê Kurd hem jî gelê Ereb nirx didin min û hunera min. Ji bo min ferqa Kurd û Ereban nîn e. Bi salan em bi hev re jiyane.”

‘Êdî kes guh nade kemançeyan!’

Ji beriya 60 salî heta niha Seed li kemançeya ku ji tenekeya rûn û dûvê hespan hatiye çêkirin, dixe. Seed li ser kemançeya xwe wiha dibêje: “Demên berê kemançe bi iyarê pez çêdikirin, lê di werza zivistanê de dengê wê ji ber rutûbetê nexweş dibû. Piştî wî xelkê ji xwe re bi tenekeyên rûn çêkirin. Wê demê min jî ji tenekeyê rûn çêkir. Wê demê têla eslî hebû û dûvê hespan ê eslî. Niha nemane. Ez li her derê lê geriyam, ji Hesekê anîn, lê ne eslî bû. Lewma jî dengê wê wekî yên kevn xweş dernakeve.”

Seed El-Herbawî diyar kir ku ew êdî zêde lê naxe û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Êdî qîmetê kemançeyê nemaye. Êdî di dawetan de orgê lê dixin, êdî kes kemançeyê guhdar nake. Dema hinek heval tên ez ji wan re lê dixim. Rast e kemançeyên nû hene, lê ez fêrî vê bûme û ji dengê vê hez dikim.”

ANHA