Nêzî 2 hezar û 500 pirtûk ji ber DAIŞ'ê veşartibûn

Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê 2 hezar û 500 pirtûk ji gundê Hawî El-Hewa veguhestin pirtûkxaneya komîteyê.

Nêzî 2 hezar û 500 pirtûk ji ber DAIŞ'ê veşartibûn
Nêzî 2 hezar û 500 pirtûk ji ber DAIŞ'ê veşartibûn
Nêzî 2 hezar û 500 pirtûk ji ber DAIŞ'ê veşartibûn
13 îlon, 2018   06:14

EMÎNE EL-ELÎ/REQA

Çeteyên DAIŞ'ê dema dagirkirina bajarê Reqayê de hewl dan çand û dîroka bajêr biçewsînin. Lê gelek şêniyên Reqayê û ber hezkirina çanda bajarê xwe pirtûk û bermahiyên  girêdayî çand û dîroka bajarê xwe veşartin.

Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê vekirina pirtûkxaneyek taybet bo bajarê Reqayê regihand. Piştî wê gelek şênî pirtûkên ku veşartibûn radestî komîteyê kirin da ku bêne parastin.

Welatiyê bi navê Abdulrehman Mihemed Ehmed ê ji şêniyên gundê Hawî El-Hewa ye. Abdulrehman berê berpirsê pirtûkxaneya Navenda Çandî ya gund bû. Abdulrehman ji ber hezkirina wî ya çanda herêmê, 2 hezar û 500 pirtûk di dema serweriya DAIŞ‘ê de veşart.

Têkildarî mijarê cîgerê hevserokatiya Komîteya Çand û Hunerê Abdulxefûr El-Xelef got: "Ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê û em pirtûkên girêdayî bajêr kom dikin. Heta niha nêzî 6 hezar û 500 pirtûk ji bin bermahiyên avahiyên zanîngeha tenduristiyê, sandîqeya endezyaran û parêzeran de kom kir."

Abdulxefûr gotinên xwe wiha domand: "Me 2 hezar û 500 pirtûkên ku welatî Abdulrehman veşartibûn ji gund veguhestin pirtûkxaneyê."

Abdulxefûr wiha gotinên xwe bidawî kir: "Ji bo komkirina hemû pirtûkan dê pirtûkxaneyek giştî bê avakirin da ku bibe lêvegerek ji hemî rewşenbîr, wêjevan û hezkiriyên pirtûkan."

(şx)

ANHA