Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan: Bi azadkirina Ocalan re gelên Rojhilata Navîn azad dibe

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan li bajarê Hesekê Gabriyêl Şamûn anî ziman ku dewleta Tirk bi tecrîdkirina li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû qanûnên navdewletî û pîvanên mafê mirovan binpê dike. Şamûn tekez kir ku ew têkoşîna xwe dewam bikin ta Ocalan azad bibe.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan: Bi azadkirina Ocalan re gelên Rojhilata Navîn azad dibe
13 îlon, 2018   06:12

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Gabriyêl Şamûn tecrîkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku gelê Kurd û ê Suryan li hemberî dewleta Tirk.

Şamûn tecrîdkirina li dijî Ocalan bi "Sûcek der heqê mirovahiyê" bi navê kir û wiha pê de çû: " Dewleta Tirk mîrseya Osmaniyan e, armanca wê şikandina îradeya gelan e. Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku fişarê li Tirkiyeyê bike da  ku binpêkirinên xwe rawestîne û Ocalan azad bike."

Şamûn, destnîşan kir ku felsefeya Ocalan banga azadî û biratiya gelan de û wiha bi lêv kir: "Ji ber vê yekê dewleta Tirk tecrîdeke li hemberî wî ferz kiriye, texmîn kir ku dê kariba îradeya gelê Kurd. Fikirê Tirkiyê xwe dispêre destdirêjiya li ser mafê gelan û vejandina serdema Osmaniyan, bi salan li ser siyasetê dîktator û komkujiyan dimeşe."

Şamûn, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku bêdengiya navdewletî ya li hemberî tecrîdkirina Ocalan tenê xizmeta berjewendiyên Tirkiyeyê dike û bang li rêxistinên hiqûqî yên navdewletî kir ku Ocalan azad bike û wiha got, "Ocalan rêberekî netewî ye, banga azadiya hemû gelan dike, bi azadkirina wî hemû gelên Rojhilata Navîn azad dibe."

Berpirsê Partiya Yekitiya Suryan li bajarê Hesekê Gabriyêl Şamûn wiha dawî li axaftina xwe anî : "Em wekî pêkhateyê Suryan bi gelê Kurd re ne û em ê têkoşîna xwe ji bo azadiya Ocalan û xizmeta gelên herêmê û tevahî mirovahiyê bidomînin."

(bb)

ANHA