PYD‘ê rewşa siyasî ji şêniyên Rimêlanê re şîrove kir

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) geşedanên dawîn ji şêniyên bajaroka Rimêlan re şîrove kir.

PYD‘ê rewşa siyasî ji şêniyên Rimêlanê re şîrove kir
PYD‘ê rewşa siyasî ji şêniyên Rimêlanê re şîrove kir
PYD‘ê rewşa siyasî ji şêniyên Rimêlanê re şîrove kir
12 îlon, 2018   19:36

QAMIŞLO

Civîn li buroya partiyê ya bajaroka Rimêlan hate lidarxistin. Bi dehan kes beşdarî civînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, Şêwirmendên Partiya Yekitiya Demokartîk Sîhanok Dîbo rûdanên dawîn li ser asta herêmê şîrove kir.

Dîbo, di axaftinên xwe de, diyar kir ku sedema aloziya Sûriyeyê ku heya niha didome, îsrara rêjêmê ya di sîstema navendî ye û destwerdana welatên derve wekî sedemeke sereke ya vê aloziyê anî ziman.

Sîhanok Dîbo wiha domand: "Dewletên herêmî hewl didin Sûriyeyê li gorî projeyên welatên mezin dabeş bikin, lê ev yek dê ne li gorî xwestekên gelê Sûriyeyê be."

Dîbo her wiha behsa rewşa Efrînê û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yê li dijî sivîlan kir û anî ziman ku armanca Tirkiyê ya dagirkirkirina Efrînê parçekirina Sûriyeyê ye û Efrînê tev li Tirkiyeyê bike.

Şêwirmendê PYD‘ê di nava axaftina xwe de destnîşan kir ku aloziya Sûriyeyê bi riya danûstandinan pêkan e.

Sîhanok Dîbo anî ziman ku civîna Tehranê bi têkçûyîna danûstandinên Astanayê bi encam bû û got heke rêjîm êrîşî Idlibê bike hemû lihevkirinên Astanayê têk diçin.

(si)

ANHA