Di panela 'Asoya perwerde û fêrkirin li Minbicê' de pêşniyar û şîret

Ji bo nirxandina rewşa perwerdehiyê li bajarê Minbicê, hejmarek perwerdekar bi sponseriya Yekîtiya Rewşenbîran panelek bi navnîşana 'Asoyên perwerde û fêrkirin li Minbicê' orgenîze kir.

Di panela 'Asoya perwerde û fêrkirin li Minbicê' de pêşniyar û şîret
Di panela 'Asoya perwerde û fêrkirin li Minbicê' de pêşniyar û şîret
Di panela 'Asoya perwerde û fêrkirin li Minbicê' de pêşniyar û şîret
Di panela 'Asoya perwerde û fêrkirin li Minbicê' de pêşniyar û şîret
Di panela 'Asoya perwerde û fêrkirin li Minbicê' de pêşniyar û şîret
12 îlon, 2018   18:07

MINBIC

Panêl li dibistana Pîşeyî hate li darxistin. Bi dehan mamoste, endamên rêveber ên qada perwerdehiyê û endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û beşdarî panêlê bûn.

Panêl bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre hevserokê Yekitiya Rewşanbîran a Minbicê û gundewarên wê Ehmed Yûsif axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.

Di panêlê de rewaş perwerdehî û mamosteyan, projeyên pêşerojê, warê perwerdekirinê, pirsgirêkên beşa perwerde nêrîn û pêşniyarên pêşerojê hatin gotûbêjkirin.

Di destpêka panêlê de hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê yê Minbicê Suhêl Walî axivî û got: "Piştî rizgarkirinê, hemû mamoste di nav tiresê de bûn. Tu dibistanek vekirî tune bû. Lê piştî gelek civînan, nêzî 216 dibistan hatin vekirin û mamoste ji bo dibistanan hatin qebûlkirin û her wiha di wan dibistanan de waneyên zimanê Kurdî hatin diyarkirin."

Piştî gelek nîqaş beşdaran gihaştin rêze pêşniyaran.

Her wiha di panelê de projeyên girêdayî mamosteyan weke avakirina komîteyek tenduristî taybet bo mamosteyan, pêşkeşkirina alîkariya madî ya awarte û vekirina parkên(seyrangeh) taybet bi mamosteyan.

(şx)

ANHA