Cenazeyê Ebû Remlê bi merasîmekê ber bi Tebqayê hate veguhestin

Cenazeyê şervanê QSD'ê Ehmed Remla (Ebû Remla) ku li goristana Şehîdan a bajarê Hesekê hatibû veşartin, li ser daxwaza malbata wî veguhestin goristana şehîdan a herêma Tebqayê.

Cenazeyê Ebû Remlê bi merasîmekê ber bi Tebqayê hate veguhestin
Cenazeyê Ebû Remlê bi merasîmekê ber bi Tebqayê hate veguhestin
Cenazeyê Ebû Remlê bi merasîmekê ber bi Tebqayê hate veguhestin
Cenazeyê Ebû Remlê bi merasîmekê ber bi Tebqayê hate veguhestin
Cenazeyê Ebû Remlê bi merasîmekê ber bi Tebqayê hate veguhestin
Cenazeyê Ebû Remlê bi merasîmekê ber bi Tebqayê hate veguhestin
Cenazeyê Ebû Remlê bi merasîmekê ber bi Tebqayê hate veguhestin
Cenazeyê Ebû Remlê bi merasîmekê ber bi Tebqayê hate veguhestin
Cenazeyê Ebû Remlê bi merasîmekê ber bi Tebqayê hate veguhestin
12 îlon, 2018   17:26

TEBQA

Şervanê QSD'ê Ehmed Remla (Ebû Remla) 7'ê Tebaxa 2017'an di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû. Çenazeyê Ebû Remla li goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê hatibû veşartin.

Li ser daxwaza malbata şehîd Ebû Remla ku cenazeyê kurê veguhêzên Tebqayê, merasîmeke hate lidarxistin.

Di merasîmê veguhestina cenaze de nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, şervanên QSD'ê, Hêzên Ewlekariya Hindirîn û bi dehan şêniyên herêmê amade bûn bûn.

Merasîm bi toraneke leşkerî dest pê kir. Hevserokê Komîteya Parastinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokarîk a herêma Tebqayê Mihemed Elî Xalid axivî û got: "Şehîd bi merdbûn û fedekariya xwe jiyaneke bi rûmet ji me re anîn."

Mihemed Elî Xalid, serkeftinên ku hêzên QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Hindirîn li hemberî hucreyên veşartî yên DAIŞ'ê bidest xistin bi bîr anîn û diyar kir ku pêngav berdewam e.

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a herêma Tebqayê Şêx Hamid Ebdulferc axivî û ev tişt got: "Şehîdan kenê li ser lêvên jin û zarokan vegerand û ji bo avakirina pêşerojeke demokratîk û biratiya gelan têkdikoşin."

Rêveberiya Malbatên Şehîdan Hela El-Hisên jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina xeta wan da.

Şervanê QSD'ê Ehmed El-Nehar li ser şehîd helbestek xwend.

Nasnemeya şehîd Ebû Remla  hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Piştî nimêj li ser cenaze hate kirin û di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hat definkirin.

ANHA