HDK: Nabe Îran êrîş bike û hizbên Başûr bêdeng bin

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) Aso Hesenzade diyar kir ku nabe Îran êrîş bike û beşek ji partiyên Başûrê Kurdistanê û civaka navneteweyî bêdeng bin.

HDK: Nabe Îran êrîş bike û hizbên Başûr bêdeng bin
12 îlon, 2018   17:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Otela Şareton a Hewlêrê Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) Aso Hesenzade têkildarî êrîşa Îranê di 8'ê Îlonê de li dijî baregehên Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) û Hizba Demokrata Kurdistanê-Îranê (HDKA) pêk anî, civîna çapemeniyê lidar xist.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) Aso Hesenzade eşkere kir ku wan pêşbîniya êrîşekî wiha ji aliyê Îranê ve dikir ku li dijî wan pêk were û got; "Îran ji hêza me ditirse, lewma awayekî wiha hovane êrîş dike. Êrîşa Îranê piştî çalakiyên pêşmergeyên me yên li nava bajarên Rojhilatê Kurdistanê pêk hat."

Aso Hesenzade diyar kir ku nabe Komara Îslamiya Îranê bi vî awayî êrîş bike û beşek ji hêzên Başûrê Kurdistanê û civaka navneteweyî bêdeng bin.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) Aso Hesenzade eşkere kir ku Îran li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê çi bike jî, wê xebat û têkoşîna wan berdewam bike, heta ku serxwebûn û azadiyê ji bo Rojhilatê Kurdistanê misoger dikin.

Di 8'ê Îlonê de rejîma Îranê baregehên Hizba Demokrata Kurdistanê-Îranê (HDKA) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) ya li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 15 kes şehîd bûn û zêdeyîi 40 kesî ji birîndar bûn.