Artêşa Îranê jî Başûrê Kurdistanê topbaran dike

Artêşa Îranê herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê topbaran dike.

Artêşa Îranê jî Başûrê Kurdistanê topbaran dike
9 îlon, 2018   11:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îranê ji îro saet 12:30'î ve topan diavêje zozanên Şîwedizê yên herêma Bradostê.

Li gorî nûçeya RojNewsê, gundiyên herêmê yên cotkarî û sewalkariyê dikin ji bo xwe ji topbaranê biparêzin malên xwe terikandine û xwe li Sîdekan û gundên derdorê girtine. Tê gotin ku bomberdûman niha jî dewam dike.

Rejîma Îranê 4 roj in bombeyan li herêmên Bradost û Balekayetiyê dibarîne.

 Hêjayî bi bîr xistinê ye ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora bajarê Amediyê yê Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

(kc)